Bi armanca protestokirina êrîşên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê û bakurê Sûriyeyê li Til Koçerê meşek hat lidarxistin
Li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li başûrê Kurdistan û bakurê-rojhilatê Sûriyeyê, bi sedan welatî li navçeya Til Koçer a girêdayî Kantona Qamişloyê daketin qadan.
Şêniyên navçeyê li navenda bajêr kom bûn û bi dirûşmên ‘ Na ji êrîşên Tirkiyeyê li ser herêmên bakurê Sûriye û başûrê Kurdistanê re’, ‘Bijî têkoşîna Efrînê’ û ‘Na ji dagirkeriya Tirkiyê re’ ber bi kolana sereke ya navçeyê ve meşiyan.
Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê û li ser navê Kongreya Star Fereh Remedan axivî û diyar kir ku êrîşên dewleta tirk, nîşan dane ku dewleteke terorê ye.
Remedan, anî ziman ku ev êrîş hê jî li dijî başûrê Kurdistan û bakur-rojhilatê Sûriyeyê didomin û bang li gelan kir ku li dijî êrîşkerî û dagirkeriya tirk bibin yek. QAMIŞLO