Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, agir bi darên zeytûnê yên li navçeya Şera ya girêdayî herêma Efrînê, xistin
Dewleta tirk a dagirker li Efrînê li dijî civak û xwezayê sûrê herî bêexlaqî kir û dike. Dewleta tirk û çeteyên wê ji dizî, dalan, wêrankirin, revandin û tecawizê bigire bi sedan sûc kirin û dikin. Hemû sûc û bêexlaqiya dewleta tirk û çeteyên wê bi bekle û dîmenan hat aşkerakirin. Di dîmenê de, diyar dibe ku çawa artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê agir bi awayekî yekser bi darên zeytûnan ku temenê hin ji wan zêdetirî 100 salan e, xistin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê duh agir bi dehan darên zeytûnan ên li navçeya Şera xistin. Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê, ji roja ku herêma Efrînê dagir kirine heta niha zêdetirî 15 hezar hektarên zeviyên çandiniyê şewitandine. EFRÎN