Guhertinên li Rojhilata Navîn bi lez çêdibin bi xwe re nîşanên sînorên nû eşkere dike.lê ev guhertin bi belavbûna DAIŞ’ê re di sala 2014’an de êdî aktorên ku wê bibin pêşeroja herêmê derxistin holê. Ji aktorên sereke jî Kurd in.
Piştî 10 sala careke din DAIŞ derket holê lê bi navekî din ê Heyet Tehrîr Elşam e ku dîsa destekkarê sereke dewleta Tirk e û berî her tiştî jî serjêkirin a Kurdan dirûşmên wan e.
Belavbûna HTŞ û li pişt wê dewleta Tirk li herêma Helebê wekî ku haya aliyên navdewletî jê nebe dixwazin bidin xuyakirin lê gelo çiqas rast? Bi taybet ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan di dawîya meha Cotmehê de serdana Brîtaniya kir û bi vê ve girêdayî qala rewşeke nû dihat kirin. Bi tevgera HTŞ re xuya bû ku plan belavkirin a van çeteyên tundrewe ku piraniya wan DAIŞ berê ne. Brîtaniya plankere û dewleta tirk pêk tîne.dewleta tirk dîsa dixwaze bi riya DAIŞ heremê dagir bike û çawa Mûsil û Kerkûk di plana wan de bû, Heleb jî di nav de ye.
Her çiqasî rayedarên dewlet a tirk bibêjin na, lê daliqandina ala Tirkan li ser keleha Helebê eşkere bû ku çi diqewime û kî pêk tîne. Dîsa di meha derbasbûyî de hatina Wezîra Karên Hundir a Brîtaniya ya li Hewlêr ê jî aşkere kir ku desthilata wir jî di nava vî karî de ye û bi wê re Mesûd Barzanî xwest bibêje ku dewleta tirk ne dijminê Kurdan e û bila PKK çeka deyîne. Lê ji bîr kir ku ew çekên di destê PKK de bûn ên 2014 Hewlêr parast û Şengal a bi qirkirinê re rûbirû hat hiştin rizgar kir.
Em hinekî qale van bûyerên berê jî dikin ji ber tişta ku niha li Helebê diqewime heman tiştê ku bi belavbûna çeteyan bi navê DAIŞ bû. Dorpêç kirina kurd a li Şehba ku mecbûrî koçberiyê kirin, guhertinên demografî ku dewleta Tirk li Pişte temam dike. Ev yek bi pêkanîna Tirk a bi destê çeteyan, bi pereyên Qeterê û bi xêzkirina Birîtanya pêk tê.
Dibe ku were pirsîn çima navê Brîtaniya bi vê tevgerê ve tê girêdan, ji ber hemû rêxistinên qaşo mirovî ên lojîstîk û perwerdeya bi her alî ve ku destekê didin çeteyan jîbi wan ve girêdayî ne û heta dema rêjîmê an jî Rusya dema êrîş li dijî Idlibê pêk dianî, Brîtaniya hemû dezgehên çapemeniyê dixistin tevgerê ku sivîlan dikujin. Tevî aşkere bû baregeh ên çeteyan tên bombekirin lê wan qaşo sivîl tên kuştin li dijî Rûsya propaganda dikir. Her tê gotin li Idlib 5 milyon Sûriyeyî hene, lê ger ev ewqas hêjmar li wir be, wê demê hêjmara gelê Sûriye 35 milyonî derbas dike. Di demekî de qaşo di xema sivîlên Sûrî de ne, bi deh hezaran Efrînî rû bi rûyî qirkirinê bûn lê hêzên navneteweyî dengê xwe nekirin.
Bi xetên sitûr dikarim bibêjim, DAIŞ bi desteka dewleta Tirk li Helebê û Bakûr û Rojava yê Sûriyeyê belav bû û hêzên qaşo li dijî DAIŞ’ê ne ji xwe re temaşe dikin. Lê divê em Kurd xweşbîn bin ji ber hebûna wan di qada navdewletî de girînge û aktorekî sereke ne. Di nava siyaset û şer de carne alî gavan paşve davêjin lê ji bo bi hêz pêşve herin haziriya dikin. Pêvajoya li pêşiyê kurd a nasnameya wan a siyasî diyar dike. Kurd di warê siyaseta navnetewî de rûyê herî maqul ê çareseriya herêmê ne.