DAIŞ û mijara malbatên wan di salvegera têkbirina wê ya warê cografî de herî dawî li Baxoza Dêrazorê rojeva sereke ye. Bi hezaran çeteyên biyanî û herêmî di destê Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne û heta niha li ser çarenûsa wan çetan û dadgehkirina wan tu destek bo rêveberiya xweser nehatiye dayîn.
Aliyekî koalîsyona navdewletî ku navê wê koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ye gavan navêje û li aliyê din civaka navdewletî ku ewqasî welatiyên wan li dijî xelkê herêmê sûc kirine û komkujî pêk anîne bêdeng e û weke ku tiştek nebûye tevdigere û berpirsyariyên xwe yên li hember welatiyên xwe yên DAIŞ’î jî gav navêje û vî barî li ser milê rêveberiya xweser û HSD’ê dihêle.
Dema em qale dosyaya DAIŞ’ê bikin, divê em dabeşî 4 xalan bikin û heta ku ew hemû neyên çareserkirin ew ê gavên têkbirina DAIŞ’ê ku dibêjin ew li dijin neyên qebûlkirin û bawerkirin.
Xala yekemîn girtiyên di destê HSD’ê de ne û hejmara wan bi hezaran e. Hejmarek zêde ji wan biyanî ne û destê wan di kuştina gelê herêmê de heye. Ew ancax bi desteka ji rêveberiya xweser re ji bo avakirina dadgeheke navdewletî li ser axa bakurê Sûriyeyê pêk were û dosya karibe ber bi çareseriyê ve biçe. Lê wer xuyaye ew naxwazin ev dadgeh were avakirin, hem ji bo detayên avabûna DAIŞ’ê derneke holê û bi hemû cîhanê re were aşkerakirin û zelalkirin û li aliyê din jî em dikarin bibînin ku van hêzên di nava koalîsyonê de cih digerin û destê wan di avakirina DAIŞ’ê de jî heye hîn negihiştine armanca ku DAIŞ bo wê ava kiribûn, ji ber wê vê dosya taloq dikin. Ger ne wiha be, jê pê ve sedemên ku çarenûsa van çeteyan nayê diyarkirin çiye?
Ya din jî mijara Kampa Holê ye ku bi dehhezaran malbatên DAIŞ’ê û heta em dikarin bibêjin ku DAIŞ’î ne û jinên DAIŞ’î bi hişmendiya ku careke din DAIŞ’ê mezin bikin zarokên li kampê perwerde dikin û kînê di dilê wan de diçînin ku divê ew tola xwe rakin û dewleta xwe ava bikin. Ev dosya jî niha em dikarin bibêjin dosyaya herî bi xetere ji ber ku derfetên mijûlbûnê di destê rêveberiyê de têrê nakin û koalîsyona navdewletî jî xwe nêzî mijarê nake. Li aliyê din saziyên NY jî ku baş vê mijarê dişopînin, ew jî weke ku tişt tune diçin û tên. Lê her kes vê jî tîne ziman. Kampa Holê bûye bombeyeke li ber teqandinê û muhtemele di kîjan kêliyê de be biteqe.
Ya sêyemîn jî dosyaya şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê ne ku dem bi dem operasyonên taybet li dijî wan ji aliyê hêzên taybet ên HSD’ê ve bi desteke hêzên koalîsyonê tên lidarxistin û carê hejmarek çete tê kuştin. Lê gelo bi van operasyonên leşkerî wê ev şane bidawî bibin gelo? Ne xêr ew ê bi dawî nebin ji ber ku tu carî tevgerên îdolojîk ku DAIŞ jî xwe wiha tevger kiriye, tu carî bi operasyonan neqediya ne. Ancax bi tevgereke din û projeyeke nû ve ew hişmendiya tunderew were qedandin. Ew jî bi desteka projeya rêveberiya xweser û naskirina wê ya fermî dibe. Ger were naskirin, wê dem ew ê hişmendiya neteweya demokratîk dawî li tunderewiya DAIŞ’ê bi temamî karibe bîne.
Ya dawiyê em lê zêde bikin jî mijara dewleta tirk û xwedîkirin û parastina çeteyan bi taybet li deverên ku dagirkiriye. Herî dawî fermandarê HSD’ê Mazlûm Kobanê jî anîbûn ziman ku belge di destê wan de hene ka çiqas endamên DAIŞ’ê ku reviyane û niha navê wan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye guhertin û careke din xistiye nava çeteyên ku navê artêşa niştîmanî ya Sûriyeyê kiriye. Ew çete niha serkêşiya komên çete li herêmên weke Girê Spî, Serêkaniyê û Efrînê dikin. Koalîsyona navdewletî vê nabîne gelo? an jî naxwaze bibîne.
Heta ku ev dosya neyên çareserkirin ew ê mijara dawîanîna li DAIŞ’ê jî ne mumkun be. DAIŞ bi daxwazeke cidî dikare tune bibe, ne bi gotin û sernavan.