Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

DAIŞ ji aliyê MÎT’ê ve jinûve tê birêxistinkirin

Dewleta tirk DAIŞ’ê hem li Tirkiyeyê, hem jî li Sûriyeyê jinûve bi rêxistin dike û DAIŞ’ê weke hêzeke paramîlîter bi kar tîne

Dewleta tirk di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, ji bo pêkanîna armancên xwe yên polîtîk û dagirkeriyê, di nava çeteyên Birayên Misilman, El- Nûsra, DAIŞ û komên din ên çete de herî zêde bi DAIŞ’ê bawer kir, piştgirî da wê û DAIŞ li Tirkiyeyê li nava mekanîzmayên girîng ên dewletê weke hêzeke paramîlîter hate bikaranîn.Li ser hevalbendiya Tirkiye û çeteyên DAIŞ’ê heta niha gelek dokuman, belge û dîmen hatin weşandin. Lê her tim ev delîlên şênber ji nedîtî ve hat. Rojnameger Bêrîdan Sarya jî bin av û wêneyan hin çeteyên DAIŞ’ê yên bi MÎT’a tirk re dixebitin  aşkera kir. Dewleta tirk hewl dide çeteyên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê jinûve birêxistin bike. Çeteyên DAIŞ’ê yên Sûriyeyî ku di bin sîwana MÎT’ê de dixebitin û ji bo berpirsyarên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê birevînin Tirkiyeyê hatine wezîfedarkirin.

Jinûve birêxistin dike

Li gorî agahiyan, hin ji çeteyên DAIŞ’ê yên bi operasyonên HSD’ê tengav bûn, bi plana MÎT’ê hinek jî bi rêya qeçaxçiyan derbasî Tirkiyeyê hatin kirin. Dewleta tirk beşek ji van li nava artêşê, polîs û îstîxbaratê bi kar anî û hinek jî li nava civakê belav kir. MÎT’ê dest bi kar kir ku endamên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li Tirkiyeyê jinûve birêxistin bike û yên ku karibin tevli şer bibin tespît bike. Di vê çarçoveyê de hin ji çeteyên ku bi rengekî nerêxistinî reviyane Tirkiyeyê li kampa tên komkirin û jinûve tên birêxistinkirin. Ev kar bêyî navê DAIŞ’ê bê bikaranîn bi rengekî gelekî veşartî tê kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê yên li nava dewletê tên xebitandin

Çend ji kesên ku di nava MÎT’ê de dixebitin û ji bo çete û serçeteyên DAIŞ’ê derbasî Tirkiyeyê bikin hatine wezîfedarkirin:

Îsmaîl El Îdo: bi navê Ebû Abdullah tê naskirin. Ji Girê Spî ye (Til Ebyad). Ji eşîra El Ilêmat e. Di nava DAIŞ’ê de berpirsyarê çekan bû. Piştre derbasî Tirkiyeyê bû û niha bi MÎT’ê re kar dike.

Abdulbasî El Îdo: Birayê Îsmaîl El Îdo ye. Di nava DAIŞ’ê de şervan bû û li ser sînorê Tirkiyeyê wezîfe dikir. Penaber û çeteyên DAIŞ’ê ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dikir. Niha bi MÎT’ê re kar dike.

Musîab El Bedir El Marûf: Bi navê Ebû Teyîr tê naskirin. Ji Girê Spî, ji eşîra El Meşhûr e. Di nava DAIŞ’ê de wezîfedarê ewlekariya sînor bû û di nava îstîxbaratê de cih digirt. Niha bi MÎT’ê re kar dike.

Sadûn El Aşiq: Birayê Lesûûd Aşiq e. Çeteyê DAIŞ’ê Sadûn El Aşiq li Tiriyeyê bi MÎT’ê re kar dike.

Brahîm El Şoîa: Ji Girê Spî ye. Di nava îstîxbarata DAIŞ’ê de cih digirt. Niha li Tirkiyeyê bi MÎT’ê re kar dike.

Brahîm Elzakir: Bi navê Ebû Mûhammed tê naskirin. Ji gundê Mehken ê Meyadîn ê Dêra Zorê ye. Piştî ku Pêngava Bagera Cizîrê dest pê kir, derbasî qadên Şehbayê bû ku ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin û tevlî çeteyên dewleta tirk bû. Niha hatiye wezîfedarkirin ku çete û serçeteyên DAIŞ’ê yên xwe li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê veşartine birevîne Tirkiyeyê. QAMIŞLO 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar