PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

DAIŞ kî ye û li ku derê ye?

DAIŞ di sala 2004’an de wekî konsepteka şerê taybet bi piştgiriya hezên navneteweyî derket holê. Piştê 2011’an ku şerê Sûriyeyê dest pê kir, DAIŞ dîsa bi piştgiriya hezên navneteweyî li heremê belav bû. Piştî vê demê dest bi komkujiyan, çalakiyên wehşetê yên serjêkirinê kir.

DAIŞ piştre di çarçoveya vê konseptê de piraniya Kurdistanê dagir kir û di encama vê yekê de piştgiriya hemû hêzên antî-kurd girt. Bi dagirkirina Kurdistanê û bi piştgiriya li hemberî vê yekê DAIŞ gihîşt hêza xwe ya herî mezin. Bêguman DAIŞ çawa ku bi dagirkirina Kurdistanê mezin bû û belav bû, bi berxwedana gelê kurd jî têk çû û tasfiye bû. Ev rastiya pirsgirêka kurd e. Yên ku bi komkujiya kurdan dibin hêz, bi rastiya kurdan jî tasfiye dibin.

Dewletên navneteweyî çiqas şirîkê sûcên DAIŞ’ê bin jî, raya giştî ya cîhanê ewqas li pey rastiyan e. Dixwazin ku rastiya DAIŞ’ê bizanibin. Lewma li ser vê meseleyê di dawiya heftê de komcivîneke navneteweyî ya derbarê DAIŞ’ê de hate lidarxistin. Ev komcivîn li Amûdê ya girêdayê Qamişloyê yanî li herêma ku ji aliye DAIŞ’ê ve hate dagirkirin û di encama têkoşîneke bêhempa de hate rizgarkirin, pêk hat. Lewma bala dinyayê kişand. Rastiya DAIŞ’ê li cihê ku har bû, komkujiyan pêk anî, hate nîqaşkirin. Ji ber vê yekê, ji gelek deverên dinyayê zanyar, rewşenbîr, rojnameger, aktîvîstên aştiya gerdûnî beşdarî vê komcivînê bûn.

Bêguman DAIŞ a ku wek têkçûyî dixuye, di warê leşkerî û rêxistinî de winda kir. Ev yek konferansa NRLS’ê de jî hate tesbîtkirin. Lê li gel vê yekê tespîta herî girîng ew bû ku DAIŞ di warê birdozî û fikrî de hîn didome û divê li hemberî vê ferasetê têkoşîn bê meşandin. Di encamnameya komcivînê de, ji bo bidawîkirina fikra DAIŞ’ê jî bangewaziya “şirîkatiya stratejîk a navneteweyî” hate kirin.

Lê di vî warî de pirsa “DAIŞ kî ye li ku ye” girîng e. DAIŞ li ku be jî xwe dide der. Yên ku ji vê komcivînê aciz in ew DAIŞ in. DAIŞ pir dûr nîn e li Tirkiyeyê ye. Di nav vê civakê de dijî. Ev yek di her aliyê de xwe dide der. Mesela dema DAIŞ li Kobanê têk diçe, ev feraset şîn dike, dema ku Reqqa ji DAIŞ’ê rizgar dibe ev feraset hem li Enqereyê û li Îngilistanê radibe ser pêyan. Li Qamişloyê komcivîna li hemberî DAIŞ tê lidarxistin deng ji Enqereyê derdikeve. Rojnameya Yenî Şafakê di manşeta xwe ya 7’ê mehê de, hemû kes û derdorên ku beşdarî vê komcivînê bûne û rastiya DAIŞ’ê nîqaş kirine wekî “terorîst” bi nav kir. Wisa dixuye ku ev feraseta DAIŞ’ê carna di manşetan de, di nûçeyan de derdikeve pêşberî me. Yanî DAIŞ ne tenê Bexdadî ye, ne tenê rêxistina wî ya çekdarî ya ku serî jê dike ye. Wekî ku di komcivinê de jî hatiye tesbîtkirin DAIŞ ferasetek e û li her derê derdikeve pêşberî me.

Ev feraset jî talûkeya herî mezin a li hemberî mirovahiyê ye. Ev tenê pirsgirêka kurdan nîn e, meseleya hemû mirovahiyê ye. Mirovahî neçar e ku li hemberî vê talûkeyê çareyekê peyda bike. Ev jî bi lihevkirina feraseta DAIŞ’ê ne pêkan e û divê li hemberî vê ferasetê li seranserî cîhanê têkoşînek bê dayîn. Hem jî bi ruhê berxwedana Kobanê. Di vî warî de bangewaziya komcivînê û encamnameya derdeketiye holê girîng e. Ev bangewaziya afirandina ruhê têkoşîna Kobanê ye.

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar