Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DAIŞ li herêmên di bin kontrola PDK’ê de ne êrîşê welatiyan dike!

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Mexmûrê kemîn avêtin pêş welatiyên gundê Kendalê ya girêdayî Hewlêrê ku di bin kontrola hêzên PDK’ê de ye û di encamê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin

Çeteyên DAIŞ’ê şevê din li herêma Mexmûrê êrîş birin ser gundê Kendalê ya girêdayî Hewlêrê û di encamê de 2 kes revandin û 3 kes jî birîndar kirin.

Fermandarê pêşmergeyan yê herêma Mexmûrê (YNK) Xazî Feysel têkildarî êrîşê agahî da ajansa Rojnewsê. Xazî Feysel da zanîn çeteyan şevê din di saet 12.00’an de li ser rêya sereke ya Mexmûr-Hewlêrê kemîn avêtine pêş welatiyên ji gundê Kendalê û di encamê de 2 wesayîtên welatiyên herêma Mexmûrê ketine kemîna çeteyên DAIŞ’ê û got ku di encama kemînê de 3 welatî tên birîndarkirin û 2 kes jî berbi çiyayê Qereçoxê ve tên revandin.

Li gorî agahiyên ku Feysel Xazî daye navê welatiyên hatine birîndar kirin wiha ne: “Femran Elî Bêrî, Îsmaîl Sedredîn û Hîmdad Mewlûdin.”

Her wiha welatiyên hatine revandin jî, Mam Bekir û Yusif Mihemed in.

Feysel Xazî diyar kir destpêkê 7 kes hatine revandin, paşê 5 kes ji wan serbest hatine berdan û rewşa birîndarek jî giran e.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev herêm dibin kontrola hêzên pêşmerge yên PDK’ê de ne û bûyer li nêzî seytereya Gêçê ya PDK’ê rûdaye. Her wiha 5’ê tebaxê jî li heman cihê ku êrîş pêkhatiye, DAIŞ 3 stûnên elektirîka giştî ya tê Mexmûrê teqandin û heya niha jî ceyrana Mexmûrê çênebûye.

Balkêşe êrîşên DAIŞ’ê di salvegera êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser navçeya Mexmûr û dîsa kampa Penaberan a Mexmûrê zêde bûn. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar