Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

DAIŞ’a nû; DAIŞ’a Spî!

Di dîroka mirovahiyê de hinek qonax û bûyer derdikevin heta mirovahî li ser rûyê erdê bijîn, tim tên bihîstin û vegotin. Yek ji van bûyeran jî derketina DAIŞ’ê ya li ser dika dîrokê û kiryarên wê yên dermirovî ne.

Li gel vê jî, hinek hêz û kesayetên din di bin postê mihê de, gur in û kiryarên wan ji yên DAIŞ’ê, El Qaîde, Talîban, Boko Haram û bi dehan hêzên din ên terorîst xirabtir û xedartir in; lê mirovahî vê nabîne.

Em bînin bîra xwe, piştî 10’ê hezîranê DAIŞ’ê Mûsil dagir kir, 29’ê hezîrana 2014’an ji aliyê Ebûbekir Bexdadî ve li mizgefta Mûsilê xîlafeta DAIŞ’ê ya îslamî hat ragihandin. Her kesê DAIŞ bi kiryar û cilûbergên wê yên reş û hovîtiya wê nas kir. Ev ji bo hemû cîhanê bû serdemeke nû û rû bi rûyê hêzeke hov me ku bikaribe hikum li hemû cîhanê bike.

Ev reşayî heta berxwedana Kobanê dom kir û li kolanên Kobanê sekinî. Hêza reş a weke reşeromê bi taybetî li beşek mezin Iraq û Sûriyeyê hikum kir, hema çi hat pêşiyê da ber xwe û tune kir. Ji derveyî rengê xwe yê reş, hemû reng wêran kirin. Mînaka herî berbiçav ku ket dîrokê Fermana 73’yan a li ser civaka êzidî bû.

Di vê pêvajoyê de cîhanê tev, li berxwedana kurdan nihêrî ku ji bo mafê xwe bi dest bixin, bi salan e têdikoşin. Tenê wan şer kir, berdêl da. Tenê wan dikarî, xwe li ber vê reşeromê bigirin. Wan dikarî pêşiya wan bigirin û heta li ser erdê dawî li wan bînin. Jixwe îro mikûrhatinên wan hêzên desthilatdar ên weke Amerîka ku bi salan destek dida dewleta tirk ji bo dawî li Tevgera Azadiya Kurdan PKK’ê ku ji bo doza kurdan têdikoşe û ‘terorîst’ pênase kir û hê jî dike, li ber xwe da û şer kir. Em binêrin wê hê gelekên din bên li xwe mikur bên û rastiya dewletan raxin ber çavan.

Li vir mijara esasî ya ji DAIŞ’ê xedartir, dewleta tirk a dagirker ku bermayên hemû komên çete li xwe kom kirî û weke hêzeke rewa dixwaze êrîşî kurdan bike.

Mebesta min ji pênaseya ‘DAIŞ’a Spî’ tam jî ev e. Cilên reş, hatin rakirin; lê fikir û zikir eynî ye. Vê carê ne Ebûbekir El Bexdadî, Ebûbîlal Erdoganî; ne DAIŞ bi Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê ku Tirkiye bi ‘SMO’ pênase dike berê wan didin cihên kurdan, heta ne tenê kurd. Em li şerê Azerbeycan û Ermenistanê binêrin, her wiha li Lîbya, Somalî û gelek cihên din binêrin, bermahiyên çeteyên hov ên Tirkiye û Erdogan li hev dayî hev li pêşberî pereyan berê wan didin van welatan. Gelo ma DAIŞ û kiryarên van çeteyan çiqasî ji hev cihê ne? Belge û dokumentên li ser çapemeniyê hatin parvekirin têra vê nake. Ya hatî guhertin cil e, berê reş bû niha Erdogan di bin navê Artêşa Millî ya Sûriyeyê de hemû çete li hev kom kirine û bera wan dide kurdan, dîsa welatên din.

Erdogan vê hêza çete ya ku rewa nîşan dide 20’ê çileya 2018’an êrîşî Efrînê kir. 9’ê çileyê êrîşî Girê Spî û Serêkaniyê kir. DAIŞ’ê sala 2014’an çawa ku li cihên lê jin direvandin û mêr û zarok qetil dikirin, niha jî ev çeteyên spî li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê heman kiryaran dikin.

Baş e, DAIŞ ev kir, terorîst bû, niha Erdogan û çeteyên wî dikin çima nabin terorîst? Dîsa halê hazir niha jî rojane êrîşî deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Gelo ma mirov dikare komên çete bi cilê wan rewa û nerewa bide nîşandan? Li vir her tişt zelal e. Çete kî ne, serçete kî ne? Gelo çima hêzên demokrasiyê diparêzin û rojane li ser binpêkirina mafê mirovan raporan amade dikin, yek gotinê ji bo van DAIŞ’ê Spî nabêjin. Ma gelo ya DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê kir û niha ya ev çete li dijî kurdan û herêmên kurdan dikin pir ji hev cuda ne? Na. Nexwe çima kes vê nabîne?

Dewleta tirk a ji nav xwe riziye û dixwaze xwe li ser hikum bigire, van bermayên çete weke çovekê li dijî kurdan û welatên cîran bi kar tîne. Di vê rewşê de gelo Erdogan ma ne serçeteyên van hêzan e? Bi gotineke Erdogan ev çete ji bo her derê tê şandin.

Lê çawa ku DAIŞ’a reş li ber gurzê şervanên kurd û gerîlayên PKK’ê tar û mar bûn, dê ev DAIŞ’a Spî jî aqûbeta wê heman be. Çiqas ew kiryarên hovan e bikin û bixwazin xwe li ser text bigirin jî wê dawiya wan ji ya DAIŞ’ê û Ebûbekir El Bexdadî ne cuda be. Ji bo wê ye divê êdî her kes vê rastiyê bibîne. Di serî de Amerîka, Îngilîstan, saziyên mafê mirovan, DMME, NATO, Yekitiya Ewropa (YE) Parlamentoya Ewropa û hemû welatên Ewropayê vê rastiya ‘DAIŞ’a Reş û Spî’ bibînin. Çawa ji bo têkbirina DAIŞ’a Reş koalîsyonek hat avakirin, divê ji bo vê DAIŞ’a Spî jî koalîsyonek bê avakirin.

Heger na sibe ev DAIŞ dê li kolanên wan welatan jî kiryarên hovane pêk bînin. Jixwe gelek bûyerên berê qewimîn jî îşaretên vê yekê ne.

Nûçeyên Têkildar