PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

DAIŞ’ê duh bi şev êrîşî Mexmûr û Hewlêrê kir

Çeteyên DAIŞ’ê duh bi şev li herêma Mexmûrê û Hewlêrê 3 caran êrîş pêk anîne

Navenda Nûçeyan |

Liv û tevgera çeteyên DAIŞ li herêmê zêdetir dibe. Duh bi şev çeteyan li Herêma Mexmûrê û Hewlêrê 3 êrîş pêk anîn.

Der barê êrîşan de yek pêşmergeyên li eniya Mexmûr Xazî Feysel, ji Rojnews re axivî. Feysel got ku duh bi şev di saet 10:30’an de çeteyên DAIŞ êrîşî nav gundê Sêbiryan ê ser bi Hewlêrê ve kirin.

Xazî Feysel got ku çeteyan welatiyê bi navê Yûsif Nemir Reşîd (17) ji gund revandin lê piştî hêzên Iraq û xelkê gund ketin pey çeteyan, çete neçar mane Yûsif berdin.

Xazî Feysel diyar kir ku duh bi şev çeteyan li gundê Mehmudî ya ser bi Mexmûrê, 5 hewan avêtine hêzên Iraqê, piştî kêmek şer qewimiye û çete ber bi çiya reviyane.

Her wiha Xazî Feysel got ku çeteyan heman şev trafoyek ceyranê ya li ser rêya Hewêr û Mexmûr jî kirine hedef û teqandin û da zanîn heya niha jî xelkê Mexmûrê bê ceyran e.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar