Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li başûrê Kurdistanê dewam dike, çeteyan duh bi şev li gundê Kulco ya ser bi bajarokê Kokir ya ser bi navçeya Kifrî a ser bi Herêma Germiyanê, êrişî hêzên pêşmerge kirin. Di êrîşa yekem a çeteyan de 4 pêşmerge birîndar dibin.
Li gorî agahiyên rêveberê asayîşa bajarokê Kokis Şemal Ebdulrehman dayîn, dema ku hêza pêşmerge bi hewara pêşmergeyên di şer de diçe, mayîn bi wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ve diteqe.
Şemal got ku şofêrê wesayîta zirxî rizgar bû lê 5 pêşmergeyên di nava wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest didin. GERMIYAN