Liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê ya li derdora gundên Herêma Mexmûrê dewam dike. Çeteyan duh bi şev li gundê Xidirce ya dikeve ser Herêma Mexmûrê, êrîşî xelkê gund kirin. Di êrîşa ser gund de 3 bira jiyana xwe ji dest dan 4 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê pêşmerge ber bi gund dikevin rê.
Çeteyan li ser rêya gundê Nazî Kend a Herêma Mexmûrê kemîn danî ber pêşmergeyên bi hewara xelkê gund ve diçûn. Lê pêşmerge dikevin kemîna çeteyan, li gorî agahiyan di encama kemîna çeteyan de 2 jê fermandar 7 pêşmergeyan jî jiyana xwe ji dest dane. MEXMÛR