Li navçeya Xaneqînê ya Diyalayê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî nuqteyeke polîsan kir. Polîsan jî bersiva çeteyan dan
Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqîn a Diyalayê êrîşî nuqteyeke polîsan a li nêzîkî taxa Bextewarî û rêya di navbera Xaneqîn û Gulele de kirin. Polîsan jî bersiva êrîşê da û şer di navbera her du aliyan de qewimî.
Li gorî agahiyan tu ziyan bi polîsan nebûne. Têkildarî ziyana bi polîsan bûye, tu agahî bi dest neketin. Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê çeka qernasê bi kar anîne.
Di nava 5 rojên dawîn de, ev cara sêyemîn e çeteyên DAIŞ’ê li Xaneqînê êrîşî hêzên ewlehiyê dikin. Her wiha çend roj berê çeteyên DAIŞ’ê li nêzî Goristana Bawe Mehmûd nuqteyek pêşmergeyan jî gulebaran kirîbûn. HEWLÊR