Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

DAIŞ’iyên ku reviyane xwe spartin dewleta tirk

Dewleta tirk û komên çete yên girêdayî wê ji bo revandina DAIŞ’î û malbatên wan ên li Rojava, derdora girtîgeh û kampan topbaran kir. Di encamê de jî zêdetirî 735 DAIŞ’î û malbatên wan reviyan. DAIŞ’iyên ku reviyan xwe spartin dewleta tirk

Dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê ku di bin navê ‘artêşa neteweyî ya Sûriyeyê’ de kom kirine, di 9’ê cotmehê de li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Armanca dagirkeran ew bû ku Serêkaniye û Girê Spî dagir bikin û bi vê yekê re jî herêmên Cizîr û Firatê ji hev qut bikin. Piştre jî rêya M4  a navdewletî heta Helebê kontrol bikin.

Bi destpêkirina êrîşên dagirkeriyê re şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li kampan jî ketin nava liv û tevgerê. Dewleta tirk ku çeteyên DAIŞ û El Nusrayê xistin bin parastina NATO’yê, tevî hêviya dagirkirina axa Rojava, bi motîvasyona ‘Zindîkirina xîlafetê’ dan şerkirin. Di vê çarçoveyê de jî komên dagirker hewl dan xwe bigihînin girtîgeh û kampên ku DAIŞ’î û malbatên wan lê tên girtin.

Malbatên DAIŞ’î çawa reviyan?

Jixwe bi destpêkirina êrîşê re jinên DAIŞ’î yên li kampa Eyn Îsayê ketin nava liv û tevgerê. Jinên DAIŞ’î bi dehan caran hewldanên revê kirin û kamp şewitandin. Herî dawî jî di 13’ê cotmehê de bi saya alîkarî û topbarana hêzên dagirker bi sedan malbatên DAIŞ’î reviyan. Kampa Eyn Îsayê li aliyê rêya stratejik a M4’ê ya ku herêmên Firat û Cizîrê bi hev ve girêdide ye. Li kampê 15 hezar û 500 kes lê diman. Piraniya wan welatiyên ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin û jin û zarokên DAIŞ’iyan dimînin. Li gorî daneyan 895 jinên DAIŞ’î li kampê bûn. Ji ber vê yekê jî komên çete bi hemû hêza xwe hewl dide vê herêmê dagir bike.

Banga Rêveberiya Xweser

Têkildarî mijarê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 13’ê cotmehê daxuyaniyek da û da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta tirk hinek jin û zarokên DAIŞ’î reviyane. Rêveberiya Xweser ji bo ku krîzek neyê jiyîn bang li hemû dewletên di Lijneya Ewlehiyê ya NY’ê de, koalîsyona navdewletî, Yekitiya Ereban, Yekitiya Ewropayê û hemû rêxistinên mafên mirovan kir.

Çete derbasî herêmên dewleta tirk bûn

Di 13’ê cotmehê de artêşa tirk û çeteyên wê derdora kampa Eyn Îsayê topbaran kir û di wê demê de jî jinên DAIŞ’î kamp şewitand. Weke gelek dezgehên çapemeniyê yên weke AFP’ê, jinên DAIŞ’î bi alîkariya çeteyên OSO’yê reviyan herêma Girê Spî. Çavkaniyên herêmê dibêjin ku bi giştî 785 çete reviyan. Tê gotin ku ji van hinek jê çûn herêmên komên çete û hinek jî derbasî Tirkiyeyê bûn. Dewleta tirk ji bo ku vî sûcê xwe veşêre serî li derewa ‘YPG DAIŞ’iyan bi pereyan ber dide’ da.

Li herêmên Rêveberiya Xweser ji 46 welatan bi giştî 2 hezar û 622 DAIŞ’î girtî ne. Her wiha 790 DAIŞ’iyên ji Sûriyeyê jî hene.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar