Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

DAIŞ’iyên tirkiyeyî axivîn!

DAIŞ’iyên teslîmî hêzên HSD’ê bûn, li ser tevlibûna xwe ya DAIŞ’ê vegotin. Ji ku çawa hatine û piştgiriya lojistikê ji ku girtine parve kirin. DAIŞ’iyên ji Tirkiye bal kişandin ser serbestiya sînor û anîn ziman cemaetan ew araste kirin û bi rêxistin kirin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), piştî şerekî demdirêj DAIŞ têk bir û bi operasyona Bagera Cizîrê li Dêra Zorê DAIŞ xelas kir. Li Gundê Baxozê yê Bajaroka Hecînê DAIŞ’î li cihekî biçûk asê kirin û bi hezaran DAIŞ’î teslîm girtin. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Nazim Daştan bi DAIŞ’iyên teslîmî HSD’ê bûne re axivî û çeteyan çîrokên xwe vegotin. DAIŞ’iyên ji Tirkiye hatine serpêhatiyên xwe yên Tirkiye vegotin.

Gundê Baxoz li ser Çemê Firatê li ser sînorê Iraqê ye. Girêdayî navçeya Ebu Kemal a ku deriyê Sûriye û Iraqê digîne hev e. DAIŞ’iyên ku li gundê Baxozê asê mane yek bi yek teslîmî HSD’ê dibe. Yên teslîm dibin, di pêşengiya YPG/YPJ’ê de ji aliyê HSD’ê ve ji gund tên derxistin. Ewil wan di kontrola tenduristiyê re derbas dikin. Yên teslîm bûne bi piranî ji Turkmenistan, Turkistan, Endonezya, Rûsya, Fransa, Almanya, Finlandiya, Afrîkaya Bakur, Tunus, Libya û Fasê hatine.  DAIŞ’ê birîndar bûne mudaxaleya tenduristiyê ji aliyê HSD’ê ve tê kirin. DAIŞ’iyên teslîm dibin li nokteyekê tên komkirin û li vir piştî kontrolên tenduristiyê, di kontrola ewlehiyê re derbas dikin. Jin ji aliyê YPJ’ê ve û mêr jî ji aliyê YPG’ê ve di kontrolê re derbas dibin.

DAIŞ’iyên tirkiyeyî

DAIŞ’iyên ji Tirkiye hatine bêtir ji bajarê Enqere, Kirşehir, Stenbol, Konya û Çankiri hatine tev li DAIŞ’ê bûne. Di nava 3 rojên dawî de 6 hezar DAIŞ’î teslîmî HSD’ê bûn. Di sala 2014’an de piştî xalife hat îlankirin gelek çeteyên DAIŞ’ê yên ji Tirkiye hatin Sûriye, diyar kirin ku bi awayekî hêsan di sînor re derbas bûn. Çeteyê DAIŞ’ê Huseyîn Kafar (18) ku ji Enqere hat Sûriyeyê diyar kir ku tevî dayik bav û 4 xwişk û birayên xwe tev li DAIŞ’ê bûne. Kafar anî ziman ku dema ew li Tirkiye bûn, bavê wî tev li xebatên Komeleyên Îslamî dibû û wiha got: “Bavê min di pevçûnên berê de mir. Dayika min û bavê min beriya min hatin Sûriyeyê. Di sala 2014’an de piştî Xelîfe hat îlankirin, bavê min em anîn vir. 4 salin em di nava wan de ne. Bavê min berê jiyana xwe ji dest da. Dema DAIŞ’ê ax winda kir me xwest em derkevin. Lê me wê demê firsend nedît ku em derkevin. Ji ber ku me berê firsend nedît, em niha teslîm bûn û DAIŞ qediya.”

Cemaeta Kamil Nuhoglu ew şandiye

Kafar anî ziman ku ew di sînorê Dîlokê re derbasî Sûriye bûne û wiha got: “Dema em derbasî Sûriye bûn, em rastî tu astengiyan nehatin. Em ewil derbasî Babê bûn. Ji wir em derbasî bajarên din bûn û tev li DAIŞ’ê bûn. Gelek welatiyên Tirkiye yên bi vî rengî tev li DAIŞ’ê bûn hene. Gelek ji wan jî teslîm bûn. Ez û 5 kesên din ji Tirkiye hatin Sûriye. Hemû kesên ji Tirkiye hatin bi alikarî û piştgiriya komeleyên cemaetê hatin. Bavê min bi alîkariya Cemaeta Kamil Nuhoglu hat. Niha ez dixwazim dîsa vegerim Tirkiye û jiyanek nû ava bikim.”

Bav ew tev li DAIŞ’ê kir

DAIŞ’iyê ji Çankiri Îshak Nuroglu jî anî zimanku ew û malbata xwe bi hevre tev li DAIŞ’ê bûn û wiha got: “Em di sînorê Dîlokê re derbasî Sûriye bûn. Ez û bavê min bi hevre teslîm bûn. Dayika min berê derbasî Tirkiye bûbû. Piştî cihê em lê bimînin nema, em qetiyan. Em dixwazin vegerin Tirkiyeyê. Bavê min ez anîm vir. Ez di nava wan de mezin bûm. Ez dixwazim dîsa vegerim Tirkiye û ji nûve karekî ava bikim. Ez dixwazim jiyanek min a wekî berê hebe.”

Ji Stenbolê tev li bû

Çeteyê DAIŞ’ê Abdullah Aman Mehmet jî 28 salî ye. Di şerê bi HSD’ê re ji milê xwe yê çepê birîndar bûye. Ji navçeya Fatih a Stenbolê te li DAIŞ’ê bû. Aman Mehmet, tevlêbûna xwe ya DAIŞ’ê wiha anî ziman. “Ez li navçeya Fatihê ya Stenbolê li kafeyekê dixebitîm. Piştre xwediyê cafeyê diyar kir li Sûriye cihekî kar ava kiriye. Kesekî biyanî bû. Ez anîm Dîlokê û ji wir derbasî navçeya Karkamişê kirim. Ez ji navçeya Karakamişê derbasî Cerablûsê bûm. 4 sal berê derbasî Cerablûsê bûm. Piştî ez ketim nava wan carek din nikaribûm derkevim. Niha dixwazim vegerim Tirkiye.”  DÊRA ZOR

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar