Duh li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk hatibû êrîşî malbata kurd a amedî kiribû û ferdê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî qetil kiribû. Cenazeyê Dal piştî karê otopsiya ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Bajar a Konyayê hat wergirtin û li Goristana Tatlicakê hat veşartin. Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî û geleke HDP’î jî tev li merasîma cenaze bûn.
Dema merasîmê hevjîn û zarokên Dal krîza sinirê derbas kirin. KONYA