Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Damezirandina PKK’ê li gelek navendan hate pîrozkirin

42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê li gelek navendên welatên Ewropayê û Rûsyayê bi coş hate pîrozkirin. Di çalakiyan de dostên kurdan xwestin ku PKK ji lîsteya ‘terorê’ ya Yekitiya Ewropayê bê derxistin û Ocalan bê berdan

Salvegera 42’yemîn a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gelek welatên Ewropayê û Rûsyayê bi çalakiyên pîrozbahiyê hate pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Toulouse, Montpellîer, Sala, Aarschote û Tambovê çalakî hatin lidarxistin.

TOULOUSE

Li bajarê Toulouse yê Fransayê pîrozbahiya salvegera 42’yemîn a PKK’ê hat lidarxistin. Di çalakiyê de komkujiyên dewleta tirk ên li rojavayê Kurdistanê jî hatin şermezarkirin. Di pîrozbahiyê de sekreterê Neteweyî yê Partiya Çep Jena Chrîstophe Sellîn axivî û dagirkeriya dewleta tirk şermezar kir. Sellîn xwest ku PKK ji ‘lîsteya terorê ya Yekitiya Ewropayê’ bê derxistin û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Sellîn ku endamê Meclisa Herêmî ya Occîtaniye diyar kir ku wan projeya 100 hezar eûro ya ji bo alîkariya nexweşxaneyên Rojava qebûl kirine.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîerê jî bi heman boneyê şevekê pîrozbahiyê hate lidarxistin. Di şevê de siyasetmedarê kurd Kemal Aktaş qala PKK’ê kir û got ku PKK tevgera azadiyê ya gelê kurd e. Di çalakiyê de sînevîzyonek hate pêşandan.

SALA

Bi heman boneyê li bajarê Sala yê Swêdê jî çalakiyek hate lidarxistin. Ji bajarên Gavle, Orebro, Vesteros û derdora Salayê gelek kes tev li çalakiyê bûn. Pîrozbahiya îsal diyarî berxwedana Rojava hate kirin. Di çalakiyê de sînevîzyona li ser damezirandina PKK’ê hate nîşandan.

BELÇÎKA

Li Belçîkayê li bajarê Aarschotê jî salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin. Gelek hunermend tev li çalakiyê bûn û sînevîzyonek hate pêşandan.

RÛSYA

42’yemîn salvegera damezirandina PKK’ê li navçeya Miçûrînsk ê bajarê Tambovê yê Rûsyayê jî bi tevlêbûna kurdan û dostên wan ve bi coş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de li ser navê Meclisa Gel a Miçûrînskê Nebî Abdulselam axivî û wiha got: “Me bi saya PKK’ê rastiya xwe nas kir. Îro jî gelê kurd têkoşîna xwe ya hebûnê didomîne lê bi pêşengiya AKP û MHP’ê êrîş tên kirin. Ji bo ku ev êrîş werin şikandin divê kongreya neteweyî bicive.”

Piştî axaftinan Hozan Comerd, Yûnûs Agirî û Koma Govendê ya Zarokan derketin ser dikê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar