Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...
Pazartesi - 25 Kasım 2024

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser piyan û geh jî rûniştî guftûgo dikirin û bawer dikirin ku eger wek komeke cuda ya Kurdistanê tevbigerin rast e, sedema vê yekê jî yekem car wek sirrekê dianîn ziman û digotin Kurdistan welatekî mêtingeh ê klasîk e. Ev koma piçûk a ji şeş kesan pêk dihat, bi aşkerekirina vê sirrê dest bi karê xwe kir. Şêwazê berê yê yek bi yek eşkerekirina rastiyan wergeriya şêwazê pêkanîna civakê û mirov dikare vê yekê wek yekemîn destpêkê binirxîne. Ev şêwaz taybetiyek wê hebû ber bi rêxistinbûyînê ve dibir. Kom di salên 1974, 75 û 76 de li bin banê ADYOD (Komeleya Hîndekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê) hat pêşxistin. Min di adara 1977’an de ji Enqereyê berê xwe da Kurdistanê û li Agirî, Bazîd, Qers-Dîgor, Dêrsim, Çewlîk, Elezîz, Amed, Riha û Dîlokê geriyam û rêzecivîn li dar xistin. Bi vê gerê û civînan me koma xwe bar kir welat. Ez dîsa paşê vegeriyam Enqereyê û şehadeta Hakî Karer li Dîlokê – piştî civînê bi sê rojan – em qet li bendê nebûn û em şok kirin. Me bi avakirina partîbûyînê bersiva vê şehadetê da. Di dawiya heman salê de min li Dîlokê pêşnûmeya bernameyê amade kir. Ber bi havîna sala 1978’an, ez bi zewaceke bela û îxanetên hundirîn barkirî firiyam navenda Kurdistanê Amedê ku ev bajar li îxanetên mezin hatibû qewimandin. Di 27’ê Mijdarê de li gundê Fîsê koma me ya amator a ji 22 kesan soza partîbûyînê da.

Di serê salên 1970’yî de li dinyayê geşedanên mezin diqewimîn, li Tirkiyeyê jî çepgirî û di çarçoveya pirsgirêka neteweyî ya kurd de Tevgera kurd, pir zêde nekarîbûn çepgiriya klasîk û meyla netewparêziyê li dawiyê bihêlin. Pir ji dawiyê ve li pey dinyayê diçûn. Çepgiriya Tirkiyeyê bi cihokên Sowyet, Çîn, Albanya û komînîzma Ewropayê tîna xwe dişikand. Çepgiriya kurd ku tevgereke piçûk a rewşenbîran bû, di navbera netewparêziya kurd a paşverû û çepgiriya tirk de ji aliyê nav li xwe danînê, dudil û tevlîhev bû. Di vê demê de ez bi xwe şexsî bi her du meylan re jî eleqeder bûm. Min hewl da ez bibim sempatîzan. Tevî ku sempatîzaniya min a ji bo THKP-C ya ji Dev-Gencê dihat zêde bû jî lnerîna hin rêxistinan a li pirsgirêka kurd bala min dikişand. Vegotina pêşengên THKO Denîz Gezmîşan a li ber sêdara darvekirinê ji bo biratiya azad a kurd-tirk peyamek bû, diviyabû timî pê ve dilsozî û girêdan hebûya. Tevî vê yekê, ez di sala 1970’an de li Stenbolê bûbûm endamê DDKO’yê. Dema tofana 12’ê adarê rabû, di nav rewşeke tevlîhev a rêxistinê de her an û gav dibû ku ez derkevim derveyî qanûnê. Jixwe di adara 1972’an de piştî şehadeta Mahîr Çayanan, ez di çalakiyeke boykotkirina SBF (Fakûlteya Zanistên Siyasî) de ketim zindanê û piştî heft mehan ji ber tinebûna şahid hatim berdan. Ez wexta ji zindanê derketim, ez gihîştim wê baweriyê ku rêxistiniyên heyî hêviyê nadin û ya rast ew e ku rêxistiniyeke nû were ava kirin.

Di bihara sala 1973’an de me li Enqereyê biryardariyek ji bo rêxistinbûyîneke serbixwe nîşan da û ev yek ji derfet û îmkanan wêdetir di aliyê maneyê de girîng bû. Me ne meyla netewparêziya kurd a paşverû, ne jî meyla sosyal-şoven (di cewherê xwe de meyla netewparêziya çepgir a tirk) qebûl dikir, me bi şîroveyeke xweser a dîrok û rojane wek ‘Şoreşgerên Kurdistanê’ gavavêtin rast didît. Ev guhertin di warê xetê de bû û roj bi roj girîngiya wê derdiket holê. Me hewl dida, ji bo em di warê îdeolojîk de, ne di bin meylên netewê serdest ê tehekumkar de, ne jî di bin meylên netewparêzên kurd ên paşverû yên hevkar ku bi ser netew-îqtîdarên tehekumkar ve ne, bêne helandin, vê yekê însiyatîf û nasnameyeke azad dida me. Ez bawer dikim ku ev tercîh rast bû. Di hinavên kurdan de ew taybetî hebûn ku çendîn xebatên xwe bimeşîne, karibe gelên din jî bigihîne serwextî û têgihîştina azadiyê. Ji bo em nekevin bin bandora netewparêziya serdest û bindestan, wek hedef nasnameya gelê azad li cih bû û ev yek di heman demê de li gorî dem û cih garantiyek bû, ji bo em nekevin rêşaşiya sosyalîzmê, rizgariya neteweyî û sosyal demokratan ku ew li gelemperiya dinyayê ketin rewşa mezhebên kapîtalîzmê.

Tevî ku ev yek ji bo pêşdebirina zêhniyetê jî li cih bû, her wiha taybetiyên wê hebûn ji bo rê li ber siyaseteke demokratîk veke. Pir zêde destnîşankirina rizgariya neteweyî dikarîbû bûbûya sedema ji rê derketinekê. Di vê de şîroveya dogmatîk a ‘netewe dikarin çarenûsa xwe diyar bikin’ bi tesîr bû. Ji bo her netewekî dewletek, wek şîroveyeke rast a bi tenê ya vê prensîbê dihat fêmkirin. Vê rewşê çavkaniya xwe ji têgihîştina desthilata sosyalîzma reel jî werdigirt, afirîneriya xetê asteng dikir. Damezrandina PKK’ê ya di sala 1978 de pêşiya jirêderketinê girt. Li şûna ku em bibûna tevgereke xweser a rizgariya neteweyî ya Afrîkayê, xeta me ya xwe spart azadiya gel rewş xurtir kir. Pêşketin li gorî veguherînên çepgir ên li dinyayê “Her çiqasî pir ne bi zanebûn bû jî” li cih bû. Xetek welê bû, di hinav û hembêza xwe de şensê wê yê paşeroj û siberojê hebû.

Nûçeyên Têkildar