Partiyên siyasî yên li Parlamenta Danîmarkayê li he vkirin ku êdî çek û cebilxane ji Tirkiyeyê re neyên firotin. Tê payin ku biryar di 5’ê Mijdarê de li parlamentê di dengdanê de bê wergirtin.
Swêdê, Norwêcê û Fînlandiyayê li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryar wergirtin ku çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Ji ber ku Danîmarkayê di heman demê de biryareke bi heman rengî wernegirt bû hedefa nerazîbûnan û li nava raya giştî û parlamentê nîqaşan dest pê kirin.
Lîsteya Yekîtiyê û Partiya Çep a Sosyalîst mijar xistibûn rojeva parlamentê û xwestibûn ku çek ji Tirkiyeyê re neyê firotin.
Wezîrê Karên Derve Jeppe Kofod bersiv da pirsên parlamenteran û ragihand ku sal û nîveke ew çekan nafiroşin Tirkiyeyê û ji ber vê yekê jî pêwîstî pê nîne ku biryara rawestandina firotina çekan werbigirin.
Kofod di 24’ê Cotmehê de dagirkeriya dewleta tirk şermezar kiribû û diyar kiribû ku wê destûrê nedin ku êdî çek ji Tirkiyeyê re bên firotin.
Parlamentera Lîsteya Yekîtiyê û Berdevka Polîtîkaya Derve Eva Flyvholm ku ji bo rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê di nava hewldanan de ye, ragihand ku ew ji ber biryarê kêfxweş in û got, “Ev gaveke girîng û raste. Peyamekê dide Tirkiyeyê ku bi rengekî har êrîşî Kurdên li Sûriyeyê dike.” KOPENHAGEN