Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...
Çarşamba - 18 Eylül 2024

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Danîmarkayê ji bo grevên birçîbûnê hişyarî da dewleta tirk

Partiyên li Danîmarkayê têkildarî grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan hatine destpêkirin û binpêkirinên li Tirkiyeyê, pêşnûmepirsek pêşkeşî parlamentoyê kir. Pêşnûmepirs bi hevdengiya hemû partiyan hate qebûlkirin. Di pêşnûmepirsê de rexneyên giran li dewleta tirk kirin û hat gotin ku ger pêşî lê neyê girtin, dewleta tirk ber bi şerê navxweyî ve diçe

Bertekên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, her ku diçe zêdetir dibin. Hemû partiyên li Parlamentoya Danîmarkayê, pêşnûmepirsa der barê Tirkiyeyê de bi hevdengî qebûl kirin.

Pêşnûmepirsa ku ji bo Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê bibersivîne hatibû amadekirin, di rûniştina 23’yê nîsanê de hate nîqaşkirin. Di 25’ê nîsanê de jî pênûmepirs ji bo dengdanê hate pêşkêşkirin û bi hevdengî hate pejirandin.

Partiyên ku pêşnûmepirs îmze kirin

Di pêşnûmepirsê de zextên li ser girtiyên siyasî û muxalefetê yên li Tirkiyeyê bi zimanekî tund tê rexnekirin. Di bin pêşnûmepirsê de jî îmzeya Partiya Koalîsyona Sor û Kesk, a parlamentera Enhedslistenê Soren Sondergaard, ji Social Demokratê ya Lars Aslan Rasmussen, ji Partiya Alternatîvetê îmzeya Rasmuş Nordqvist û ji Partiya Gel a Socialist jî ya Holger K. Nielsen hebû. Partiyên parlamentoyê yên muxalefet û desthilatdariyê diyar kirin ku di hêla mafên mirovan de ew ji Tirkiyeyê bi fikar in.

Daraza dewleta rexne kirin

Di pêşnûmeyê de hat destnîşankirin ku daraza dewleta tirk alîgiriya destilatiyê dike û bi tundî hat rexnekirin. Her wiha fikarên zext û çewisandina li ser muxalefetê tê vegotin. Di pêşnûmeyê de bang li parlamento û hikûmeta Danîmarkayê tê kirin ku ji bo li Tirkiyeyê siyasetmedar, rojnamevan û muxalifên din bên berdan, li nava Yekitiya Ewropayê (YE) bikeve nava hewldan û tevgerê.

Grevên birçîbûnê

Têkildarî mijarê Partiya Koalîsyona Sor û Kesk û parlamentera Enhedslisten Soren Sondergaard bal kişand ser berxwedanên grevên birçîbûnê û û wiha got: “Heke ji grevên birçîbûnê re çareserî neyê dîtin, guh nedin daxwazên Leyla Guven, dê Guven bibe wekîla pêşî ya di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dayî.” Serokê Partiya Tifaqa Lîberal û Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Anders Samulensen jî bi lêv kir ku divê YE di hêla binpêkirina mafên mirovan de zextan li Tirkiyeyê bike.

‘Tirkiye ber bi şerê navxweyî ve diçe’

Di pişnûmeyê de gelek rexne û tespîtên giran ên li ser Tirkiyeyê cih digirin û tê gotin ku divê ji bo rawestandina dîktatoriya Tirkiyeyê zext lê bê kirin. Tê gotin ku ger wiha nebe, Tirkiye bi lez û bez ber bi şerekî navxweyî ve diçe. KOPENHAGEN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar