Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Danişîna 3’yemîn a Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê sibe tê dîtin

Danişîna sêyemîn a Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê dê sibe li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin. Parêzerê dozê Erdal Kuzu da zanîn ku dewlet an jî hinek destên cuda naxwazin doz bi encam bibe û hewl didin rastiyê tarî bikin

Di 29’ê cotmeha sala 1995’an û di 8’ê adara sala 1996’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê di nav de 3 jê zarok bi giştî 8 kes hatibûn binçavkirin û piştre jî hatin windakirin. Piştî bûyerê, çawişê pispor Bîlal Batir û fermandarê qereqolê jî di nav de der barê 18 kesan de bi îdiaya ‘Kuştina taammud’ doz hatibû vekirin. Doz dê sibê bê dîtin. Doza ku di cemaweriyê de wekî ‘Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê’ tê zanîn, di 30’ê cotmeha 2014’an de dest pê kiribû. Danişîna sibe dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê bê dîtin.

Doza ewil sewqî 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hatibû kirin. Lê piştre dîsa sewqî Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê hate kirin. Di dosyayê de girteka ku di 2’yê mijdara 1995’an de çawişên pispor ên astsubay Mahmut Yilmaz, Haydar Topçam û Ahmet Çîçek girtibûn lê hatine zêdekirin.

Girteka li dozê hatiye zêdekirin

Di girtekê de wiha tê gotin: “Seyareya zirxî ya ji bo ku biçe şikefta tê gotin depoya çekan a li rojhilata gundê Dîlanê ya li ser koordînata (50-51)’an cih digire, saet di 15.30’an de bi rê ket. Seyareya zirxî ku personel lê siwar bûbûn, di bin fermandariya fermandarê Cendirmeyan ê Kerboranê Mehmet Tire li gundê Kilavuzê derketibû. 250 metre bi rê ketinê re, seyareya zirxî ya tugayê ku çeka otomotîk a Bixiyê li ser bû, ji ber xwe ve gule berda. Di bûyerê de fermandarê cendirmeyan Mehmet Tire, ji binê çavê xwe yê çepê, serçawîş Suyabeyê Cendirmeyan Ahmet Çîçek ji pêyê xwe, fermandarê Cendirmeyan ê Mîdyatê Huseyîn Altunişik ji eniya xwe birîndar bûbûn…”

Dozgerê wê demê dê bê guhdarkirin

Di danişîna beriya niha de Heyeta 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Semsûrê daxwaza girtina bersûcan red kiribû. Heyetê biryar dabû ku leşkerê wê demê Ahmet Çîçek bînin dadgehê û Dozgerê Komarê yê Kerboranê yê wê demê Ahmet Kul jî wekî ‘şahid’ bê guhdarkirin. Di danişîna dawî de tê payîn ku dozger Ahmet Kul bê guhdarkirin.

‘Hinek destên cuda naxwazin bûyer ronî bibe’

Têkildarî mijarê parêzerê dozê Erdal Kuzu ji MA’yê bi Ahmet Kanbal re axivî û ev agahî dan: “Ev 3 rûniştinin ku heyeta dadgehê dixwaze Dozgerê Komarê yê Kerboranê wekî şahid bê guhdarkirin. Lê ev 3 rûniştinin nikarin xwe bigihînin dozger Ahmet Kul. Ger ku Kul bi axive dê gelek tişt zelal bibin. Tevî ku navnîşana Kul diyare jî xwe nagihîninê. Em di wê baweriyê de ne ku dewlet an jî destekê din mudaxaleyî dozê dikin û naxwazin doz bi encam bibe. Koordînata Şikeftên Pekurt ê 2 cenaze lê hatin dîtin û girtekên koordînatên ku wê demê hatibûn girtin heman noqteyê nîşan dide. Ev yek delîlan şênbertir dike. Dîsa me li gundê Til Zerînê cenaze dîtin. Me cenazeyê Abdurrahman Olcay dît. Lê ji ber ku qeyda mirina wî nedane nifûsê dadgeh hêj nîqaşa Olcay miriye yan na dike. Di testên DNA yên fermî de rastiyê nîşan dide. Lê li gel vê rastiyê heyeta dadgehê helwesta xwe dubare dike. Dadgeh ji bo ronîkirina rastiyan nawêre gavan biavêje. Divê heyeta dadgehê gavên bi wêrek biavêje.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar