Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Danişina doza Kemal Kurkut sibe li Amedê tê dîtin

Danişîna doza Kemal Kurkut ku di Newroza sala 2017’an de ji hêla polîsê kujer Y.Ş. ve hatibû qetilkirin, sibê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dê bê dîtin

Ciwanê kurd Kemal Kurkut di roja Newroza sala 2017’an de dema ku dixwest derbasî qada pîrozbahiyê bibe, ji aliyê polîsan ve hate qetilkirin. Danişîna doza Kurkut sibê dê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. Polîsê bi navê Y.Ş. ku di doza Kurkut de bi sûcdariya ‘Kuştina bi qesdî’ tê darizandin jî hêj serbest e. Der barê kujer Y.Ş. de biryara darizandina negirtî hatibû dayîn.

Parêzera malbata Kurkut, Reyhan Yalçindag Kurkut îtîrazî vê biryarê kir û ji bo ku kujer Y.Ş. bi girtî bê darizandin daxwaznameyeke ku ji 9 xalan pêk dihat pêşkeşî 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Di daxwaznameyê de hat destnîşankirin ku polîsê bersûc Y.Ş. bi zanebûn gule li Kurkut reşandin û qetil kir. Di heman demê de hat diyarkirin ku nayê zanîn bê ka der barê bersûcan de lêpirsîneke îdarî hatiye destpêkirin an na.

Rapora ATK’ê bi nakoke

Her wiha bi vekirina dozê re Saziya Tiba Edlî (ATK) jî têkildarî qetilkirina Kurkut de raporek amade kir û radestî 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kir. Rapora ATK’ê ku li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatibû amadekirin îdiaya polîsê kujer Y.Ş. ku di got; ‘Min Kurkut nekuştiye’ vala derdixîne. Di raporê de tê destnîşankirin ku guleya ku li Kurkut ketiye ji ewil li erdê ketiye û piştre jî li Kurkut ketiye. Di raporê de tê gotin ku guleya li Kurkut ketî, zirarekî mezin daye hinavên wî û vê jî kir ku xwîna wî gelek zêde jê biçe. Her wiha di raporê de tê diyarkirin ku lêkolîna balîstîkî ya demanceyê nehatiye kirin. Di rapora ATK’ê de nakokî hene. Danişîna doza Kurkut dê sibê li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.

Raste rast Kurkut hedef girt

Hêjayî bibîrxistinê ye kujerê Kurkut polîsê bi navê Y.Ş. di danişîna ewil de bi awayeke berdayî bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Kujer Y.Ş. ji ber qetil kirina Kurkut tenê 3 mehan ji peywirê hate girtin. Di îfadeya xwe de jî kujer Y.Ş. dibêje ku piştî 3 mehan careke din li peywira xwe vegeriya ye. Di dîmen û wêneyan de diyar dibe ku Y.Ş. pir nêz guleyan ber dide Kurkut û raste rast singê wî hedef girtî ye. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar