Danişîna doza 16 endamên malbatên qurbaniyên Komkujiya Roboskê îro hate dîtin. Di danişînê de parêzeran got ku dewlet bi van darizandinan tolê ji miriyan digire. Doz taloqî 13’ê çileya 2020’an hate kirin
Dewleta tirk bi hinceta ku endamên malbatên qurbaniyên Komkujiya Roboskê di sala 2015’an de di merasîma bîranînê de pankart vekirine, der barê 16 endamên malbatên qurbaniyan de bi îdiaya ‘Propagandaya rêxistinê kirine’ doz vekiribû. Danişîna doza îro li Dadgeha Cezayên Esliye ya Qilebanê hate dîtin. Di danişînê de Tûfan Saydam, Semîre Encu, Sevcan Encu, Bêrîvan Encu, Cîhan Encu, Muhsîn Yakût, Hanim Encu, Aysel Encu, Heybet Encu, Selcan Encu û parêzer amade bûn. Parlamenterê HDP’ê yê berê Ferhat Encu jî ji bo şopandina dozê di danişînê de amade bû.
Danişîn piştî tespîta nasnemeyan dest pê kir. Piştre jî kesên doz li ser hatine vekirin axivîn. Şêniyên Roboskê îdiayên der barê wan de tên kirin red kirin û gotin ku ew ji bo xizm û zarokên xwe beşdarî bîranînê bûne.
‘Ji miriyan tol tê hilîn’
Piştre jî parêzeran parastin kir û diyar kirin ku bi vê dosyayê dixwazin ji miriyên gel tolê hildin. Parêzeran kaşkirina cenazeyê Haci Bîrlîk li pey maşîneya zirxî li Şirnexê bi bîr xist û wiha gotin: “Kaşkirina cenazeyekî li pey panzêrê nabe sûc, lê gelo bîranîna miwekîlên me ji bo xizm û zarokên wan ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin dibe sûc? Niha jî bîranîn dibin sûc û derdikevin pêşberî me.”
Parêzer destnîşan kir ku dê piştre têkildarî dosyayê parastinê bikin û xwestin miwekîlên wan werin beratkirin. Dadgehê jî biryar da ku Cahîde Encu û Ayaz Encû yên beşdarî danişînê nebûne bi darê zorê bînin danişînê.
Danişîna ewil a doza 16 şêniyên Roboskê dê di 13’ê çileya 2020’an de li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. ŞIRNEX