3’emîn danişîna doza Rojnameger Bariş Polat ku bi îdîaya “Endamtiya Rêxistinê” tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê pêk hat. Dadgehê xwest materyalên dijîtal bên lêkolînkirin
3’emîn danişîna doza Rojnameger û xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya bi KHK’ê hat girtin Bariş Polat ku bi îdîaya “Endamtiya Rêxistinê” tê darizandin li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Dîlokê pêk hat.
Polat û parêzerê wî tev li danişînê bûn. Rojnaemger Polat, îdîayên der barê xwe de red kir û diyar kir ku tenê kar û xebatên rojnamegeriyê dike. Polat beraata xwe xwest. Parêzerê Polat jî parastin kir û beraata muwekilê xwe xwest.
Heyetê piştî navber da, biryar da ku materyalên dijîtal bên lêkolînkirin û danişîn taloqî 10’ê îlonê kir. DÎLOK