Danişîna doza cezayê disiplînê ya parlamenterên HDP’ê yên berê Selma Irmak û Çaglar Demîrel ên girtî hate dîtin
Parlamenterên HDP’ê yên berê Selma Irmak û Çaglar Demîrel û girtiya bi navê Hacîrê Tanirgan ên bi boneya ‘Zirar dane amûrên saziyê’ cezayê disiplînê li wan hatibû birîn. Siyasetmedaran îtîrazî Dadgeha Kocaeliyê kir. Di encama îtîrazê de doz vebû û danişîna ewil a siyasetmedaran hat dîtin. Irmak û Demîrel û parêzerên xwe amade bûn. Danişîn bi tespîta nasnameyan dest pê kir.
Wekîlan parastina xwe kir û gotin ku qada wan a taybet tê binpêkirin û her cure pêkanînên xerab li dijî wan pêk tên. Siyasetmedaran got ew rêgezên edebê qebûl nakin û her tişt bi zîhniyeteke bavikasalarî tê kirin. Siyasetmedaran xwest cezayê wan bê betalkirin.
Parêzeran jî parastina muwekîlên xwe kirin û gotin cezayê hatiye birîn li dijî rê û rêzikê ye û xwestin ceza were betalkirin. Dadgehê ji bo nirxandina dozê danişîn din taloqî 26’ê mijdarê kir. STENBOL