Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Danişîna midûrê fihûşkar Ercan Uysaler sibê li Mêrdînê tê dîtin

Danişîna doza midûrê fihûşkar Ercan Uysaler ku ji hêla qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Mûstafa Yaman ve li Şîrketa Anonîm a Kentê hatibû peywirdarkirin, sibê tê dîtin. Platfoma Jinê ya Şahmaran bang li hemû jinan kir ku tev li danişînê bibin

Qeyûm Mûstafa Yaman di di 19’ê tebaxa sala 2019’an de li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatibû tayînkirin. Di wê serdemê de jî Yaman, polîsê bi navê Ercan Uysaler weke midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê peywirdar kiribû. Demek piştre derket holê ku Uysaler li xebatkara jin D.S. fihûş ferz kiriye.

Dê danişîna duyemîn a doza fihûşkar Ercan Uysaler sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Asliyeyê ya Mêrdînê bê dîtin.

Têkildarî mijarê ji endamên Platforma Jinê ya Şahmaran a Mêrdînê Gulîzar Îpek ji bo şopandina dozê bang li hemû jinan û saziyên jinan kir û wiha got: “Ercan Uysaler peywira xwe bi kar anî û li xebatkarên jin fihûş ferz kir. Ev yek bi qeydan hatiye tespîtkirin. Dewlet zilaman diparêze. Dewletê daxwaza wî ya ji bo teqawidbûnê qebûl kir. Lê em ê dev ji vê dozê bernedin. Dê têkoşîna me bidome. Em bang li hemû jin û saziyên jinan dikin ku sibê tev li danişînê bibin.” MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar