Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Danişîna rojnameger Ataman sibê tê dîtin

Danişîna 8’emîn a doza rojnameger Ziya Ataman dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. Ataman dê ji Girtîgeha Tîpa M ya Wanê bi pergala SEGBÎS’ê tev li danişînê bibe

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) hate girtin Ziya Ataman, ji 11’ê nîsana sala 2016’an ve girtiye. Danişîna 8’emîn a doza Ataman ku 9 jê girtî bi giştî 19 kes tê de tên darizandin, dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin.  Ataman dê ji Girtîgeha Tîpa M ya Wanê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bibe.

Di doza ku ev 3 salin berdewam dike de hemû şahidan diyar kiribûn ku dibin îşkenceyê de îfade dane û îfadeyên di girtekan de bi darê zorê bi wan hatine îmzekirin. Ligel vê yekê jî Ataman nayê berdan. Di danişîna herî dawî ya di 28’ê gulanê de şahid Ugur Eyînç ê heya niha ji ber îtîrafkariyê der barê wî de heta niha 22 caran lêpirsîn hatiye vekirin, diyar kiribû ku ji ber xwendin û nivîsandina wî tuneye, di dema lêpirsînê de beyî ku îfedayan bixwîne îmze kirine.

Parêzerê Ataman Bariş Oflas jî daxuyand ku der barê muwekîlê wî de du sûcdarî hene û wiha domand: “Tu delîlên ku Ataman beşdarî pevçûnên bûye, nînin. Di pevçûnên salên derbas bûyî de Ataman li gel xizmên xwe bû. Nîşeyên ku navê muwekîlê min li ser hatine dîtin jî, xwedî tu rastiyê nînin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar