Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Danişîna rojnameger Kîbriye Evren dê sibe bê dîtin

Dê 5’emîn danişîna doza rojnameger Kîbriye Evren ku di 9’ê Cotmehê de hat binçavkirin û niha 142 roj in li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ye, sibe bê dîtin

5’emîn danişîna doza rojnameger Kîbriye Evren ku di 9’ê cotmeha 2018’an de hat girtin û ev 142 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ded ye, dê sibe bê dîtin. Evren di danişîna xwe ya derbasbûyî ya li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de, bi daxwaznameyekê ragihandibû ku heya tecrîda li ser Ocalan ranebe û grevên birçîbûnê bi dawî nebin, dê beşdarî danişînê nebe.

Rewşa tenduristiya Evren a di 16’ê kanûna 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçîbûnê kir û niha li Girtîgeha Tîpa D a Amedê çalakiya xwe berdewam dike, giran bûye. Li gorî agahiyên ji parêzerên wê hatin girtin, serê Evren pir diêşe, ber çavên wê reş û tarî bûne, nikare bimeşê, liv û tevgera wê kêm bûye, dem bi dem germa laşê wê zêde dibe, dilê wê dixele û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê rû dane.

Dozger heta 20 salan ceza xwest

Di danişîna Evren a di 16’ê Nîsanê hat dîtin de, dozger biryara xwe aşkera kir. Dozger di danişîna Evren a beşdar nebûn de bi îdîaya “Di nava xebatên TJA de cih girtin. Berpirsa qada çapemeniyê” xwest ji “Endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv, heya 15 salan û bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” jî, 5 sal cezayê girtîgehê li Evren bên birin.

Evren hat sewqkirin

Evren a li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dihat girtin, di 30’ê Nîsanê de sewqî Girtîgeha Tîpa D a Amedê hat kirin. Hîlal Olmez û Evîn Kaya yên bi Evren re dest bi greva birçîbûnê kiribûn jî, sewq kirin û kirin qawîşnên ji hev cuda. Parêzera girtiyan Gulistan Ataş piştî sewqî hevdîtin bi girtiyan kiribû û gotibû ku li qadên hevpar û qawîşan kamera hatine bi cih kirin û ev kamera heta deriyên serşo û tuwaletê jî dibînin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar