Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Danişîna rojnameger Sılêman Ehmed taloqî dawiya tîrmehê bû

Danişîna rojnameger Silêman Ehmed ê ku 250 roj in ji hêla PDK’Ê ve hatiye revandin li 1’emîn Dadgeha Sûc a Dihokê hat dîtin. Dadgehê doza rojnameger Silêman taloqî 29’ê tîrmehê kir.

Rojnameger û edîtorê beşa erebî yê Rojnewsê Silêman Ehmed dema ji hevdîtina malbata xwe ya li Helebê vedigeriya Silêmaniyê li deriyê PêşXabûrê ji hêla PDK’ê ve hatibû revandin. Bi mehan derbarê rojnameger Silêman de agahî nehatibûn girtin. Li ser bertekên gelê kurd û saziyên naebteweyî neçar man ku cihê rojnameger Silêman ji raya giştî re aşkere bikin. Her çiqasî, cihê wî aşkere kirin nehiştin ku parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Rojnameger Silêman Ehmed 250 roj in di girtîgeha PDK’ê ya Dihokê de tê girtin. Herî dawî 3’yê hezîranê 1’emîn Dadgeha Sûc a Duhokê biryar da ku danişîna rojnameger Silêman di 30’ê hezîrande were dîtin. Li gorî agahiyan di van kêliyan de li Dadgeha Dihokê danişîna Silêman Ehmed hat dîtin. Biryar bû îro Silêman Ehmed hatiba dadgehkirin, Biryar bû îro Silêman Ehmed hatiba dadgehkirin, Dadgeha Dihokê danişîn taloqî 29’ê tîrmeha 2024’an kir.

Li gorî agahiyên Rojnewsê, Asayîşa Dihokê ya PDK’ê, belge û kelûpelên rojnamegerî yên Silêman Ehmed ji bo dadgehê neşandiye û dadwer jî bi hêceta nexweşiyê amade nebûye. Bi van hêcetan danişîna ji bo 29’ê tîrmehê hatiye taloqkirin.

Parêzerê Silêman Ehmed, Beşdar Hesen derbarê doza muwekîlê xwe de ji Rojnewsê re axivîbû û wiha gotibû; “Piştî ku destûra hevdîtina bi Silêman Ehmed re hate dayîn, hate erêkirin ku em parêzertiya wî bikin. Dadgeha Sûc ya Duhokê roja 30’ê Hezîranê weke roja yekem a rûniştina dadgehê ya doza Silêman Ehmed diyar kir.”

Derbarê madeya ku Silêman Ehmed pê tê darizandin, parêzerê wî Beşdar Hesen gotibû; “Ew madeya ku muwekîlê me Silêman Ehmed pê tê darizandin, madeya yek ya yasaya hejmar 21 ya sala 2003’yê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye ku taybete bi têkdana ewlekariya Herêma Kurdistanê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar