Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Danişîna rojnamegeran bi qedexeyan dest pê kir

Yekemîn danişîna doza derbarê 4 jê girtî 5 rojnamegeran de hatibû vekirin, li Wanê dest pê kir. Destûr hat dayîn ku tenê 4 rojnameger danişînê bişopînin û rojnamegerên beşdarî danişînê bûn jî telefonên wan hatin girtin

Yekemîn danişîna doza nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê  Şehrîban Abî, rojnameger Nazan Sala û nûçegihana MA’yê Zeynep Dûrgût a ne girtî tê darizandin ên piştî 2 welatiyên li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin di 9’ê Cotmeha 2020’an de hatibûn girtin dest pê kir. Danişîn li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê tê dîtin. Rojnamegerên girtî li girtîgehên lê girtîne û Zeynep Dûrgût jî li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, bi Pergala Ragihandinê ya Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn.

Hevserokên Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Serdar Altan û Dîcle Muftuoglû, Berdevka Platforma Rojnamgerên Jin ên Mezopotamya (MGKP) Ayşe Guney, Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Dûrmûş, Nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmût Oral, Hevdîrektorê Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqî (MLSA) Veysel Ok, gelek rojnameger û xizmên rojnamegerên girtî ji bo ku beşdarî danişînê bidin, di saetên serê sibê de li ber Edliya Wanê kom bûn.

Dadgehê bi hinceta şewba vîrûsa koronayê, tenê destûr da 4 rojnameger danişînê bişopînin. Destûr nehat dayîn ku nûnerên rêxistinên pîşeyî û xizmên rojnamegeran beşdarî danişînê bibin.

Rojnamegerên beşdarî danişînê bûn jî, telefonên wan hatin girtin. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar