Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Danişîna Yuksekdag sibe li Enqereyê tê dîtin

Danişîna doza hevseroka HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag dê sibe li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. Ji bo Yuksekdag ji 30 sal heta 83 salan cezayê girtîgehê tê xwestin

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag a girtî tê darizandin û doza ji 7 fezlekeyan a der barê wê de hatibû amadekirin pêk tê, dê sibe li 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. 12’emîn danişîna doza Yuksekdag dê sibe saet di 10.00’an de dest pê bike.

Fîgen Yuksedag bi îdiayên ‘Rêveberiya rêxistinê kiriye’, ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’, ‘Beşdarî civîn û xwepêşandanên li dijî qanûnê bûye’, ‘Gel sewqî kîn û dijminatiyê kiriye’ û ‘Tehrîka sûc kiriye’ tê darizandin. Ji bo Yuksekdag ji 30 sal heta 83 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Yuksekdag li gel doza sereke, ji 9 dozên din jî tê darizandin. Dozên din ên ku Yuksekdag jê tê darizandin wiha ne: “Dadgeha Cezayên Aslî ya Farqînê, 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, 2’yemîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Stenbolê (Ji ber bêrayetî, li Dadgeha Bilinde), 16’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê (doza sereke), 9’emîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Mêrsînê, 13’emîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Amedê, 7’emîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Wanê, 10’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û 6’emîn Dadgeha Cezayên Eslî ya Wanê.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar