Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Dara kêmnar

Di sedsala 21’ê de, tevî çewisandin û hewldanên bişaftin û asîmîlasyonê, xweparastina zimanê kurdî hêjayî lêkolînê ye. Helbet sedema vê ew e ku xwedî rîşeyên qedîm û bi hêze. Her wiha jiyaniye û gelek caran mirov hest pê dike weke ku dilê jiyanî di nav zimanê Kurdî de lê dixe. Ji ber ku gelekî zindî ye, di hin têgîn û peyvan de mirov diheyîre bi vê zindîbûn û jiyanîbûyîna ziman. Jiyan peyv û têgînên Kurdî rêsane, xweza henaseya zindîbûnê di nav ziman de ava kiriye. Xweza xwe di ziman de çêkîriye bi dilê xwe. Ji ber wê ye ku dema mirov hin peyvan dibihîse, tenê weke peyvên razber, sar an jî ji xwe dûr nikare bigre dest. Di nîvenga jiyanê de afirîne û di nîvenga jiyanê de pênaseya herî xwerû didin ber dest.

Yek ji peyvên qedîm ku bi taybetî li herêma Botanê tê bikaranîn ji bo ku em bikaribin hêza peyvê û girêdana wê bi jiyanê re baştir fahm bikin peyva ‘Dara Kêmnar’ e. Xweza û jiyan xwe di zimanekî de çawa diafrînin di vê peyvê de xwe nîşan dide. Dara Kêmnar pênaseya darekê ye ku ne li gorî fêkî yan jî sûdeke ku ew dar dide pêk hatiye. Navê Dara Kêmnar ji wesif an jî ji rewşa darê afiriye. Nar di nav raman, wêje û dîtinê de weke agir, weke nefes ango weke jiyanê hatiye pênasekirin. Weke rîşeya kevintir jî ji ‘ar’ pêk hatiye. Ar bi xwe agir e. Germahiya ruh û nefesê ye ku dide laş, dide cisim. Kêmnar jî kêmbûna vê yekê ye, yanî kêmbûna agir, nefes, jiyanê ye. Dara Kêmnar ji wan daran re tê gotîn ku nîv zîndî û nîv mirî ye. Ne bi xemleke temam e û ne jî teslîmê mirinê bûye. Bi gotîneke dîn nîvmirî û nîvzindî ye. Ev rewşeke wisa ye ku Dara Kêmnar demsalê ji dest daye, hay ji kêliya ku têde ye nîne, tîne bîra mirov. Dara Kêmnar pênaseya di nav hebûn û tunebûnê de ye.

Dibe ku dilê me biêşîne lê ev wesfa Dara Kêmnar weke gel, gelê me yê kurd tîne bîra mirov. Di rewşa parastina hebûna xwe de, di têkoşîna me de, di helwest û xîreta me de, di zîman de, weke pênase rewşa me jî hinek dişibe rewşa Dara Kêmnar. Li aliyekî dilê me bi agirê serhildanê dikele, li aliyê din dilê me bi destê ku di kelepçeya dijmin de dixwaze ew dilê ji agir vemirîne jî dibîne. Li aliyekî ji bo zimanê qedîm bedêlên giranbûha tên dayîn lê li aliyekî din êdî pîrik û kalikên me diçin ser rêça neviyên xwe û bi wan re bi zimanê serdestên xwe diaxîvîn. Li aliyekî ji bo jiyaneke bi rûmet lutkeyên çiyayan tên hejandin lê li aliyê din ji bo dagirkeran dibin rêber da ku dijmin lutkeyên çiyayan bi dest bixin. Li aliyekî xeyala jiyaneke azad bi serberzî tê honandin lê li aliyekî din ji bo nanê rojê xulamtiya xwînmijan tê kirin. Li aliyekî helwest û xîret bê minet dixin nav çavên deshilatdaran lê li aliyekî din lavekirina bermahiyên ji sofra serdestan tê kirin. Li aliyekî dayika Denîz Poyraz diqîre û dibêje ‘Li şûna Denîzê bi hezaran Denîz tên’ li aliyekî din dayikên li ber avahiya HDP’ê di nav lîstikên qirêj de digevizin. Li aliyekê di tunelên şer de li hember çekên kîmyewî û gazên bijehr kêlî bi kêlî, şane bi şane şer tê lidarxistin û li aliyê din bi bêbextane xencer di piştê de tê çikandin. Li aliyekî şoreş li aliyê din îxanet, li aliyekî serfirazî li aliyê din fêlbazî. Li aliyekî helwest û xîret, li aliyê din xwînmijî.

Mînakên wiha dikarin bêne zêdekirin û her wiha hem di çîroka takekesî de û hem jî di warê neteweyê de bi awayekî rojane mînakên vê tên dîtin. Lê ruxmî vê yekê jî bi palpişteya ewqas zilhêzan nikarin ji nav bibin. Ji ber ku rîşe xurt e, ji ber ku dîtin û ramana serdemê di dest de ye û her wiha ji ber ku yên diceng in hene. Ev aliyê me yê zindî ye, aliyê me yê jiyanê ye. Îca em ji bo kêliyekê be jî bifikirin bê heke ew nîvê din yê ku hişke, nahêle ew jiyana bi navê hebûna xwe ava bibe heke ji bo carekê be jî li gorî aliyê din lê bide wê çawa be. Gelo wê çi hêzek biafire û wê çawa li derdora xwe jiyanê zêde bike. Her wiha ne tenê ji bo xwe, wê çawa li ser vê axa qedîm hêviyeke mezin ava bike ku jiyan lê furîya ye.

Di nav vê duryanê de hilbijarde, bêgilî û gazinc hilbijardeya me ye. Divê her yek ji me, ji xwe bipirse bê gelo ez ya/yê kîjan aliyê me. Mirin an jiyan?

Nûçeyên Têkildar