Pêncemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li ser îtiraza dozger, biryara xwe ya tehliyekirinê ya ji bo parlamenterê HDP’ê Abdullah Zeydan betal kir. Parlamenterê HDP’ê Habîn Eksîk wiha bertek nîşanî biryarê da: “Li ser ruhê hiquqê El Fatîhe.”
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê yê berê Abdullah Zeydan ji 4’ê mijdara sala 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye. 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê şevê din der barê Zeydan de biryara tehliyeyê da. Lê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ji ber vê biryarê îtiraz kir. Li ser vê yekê jî 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îtiraz nirxand û biryara berdanê betal kir.
Têkildarî mijarê parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk û Zuleyha Gulum peyam dan û bertek nîşan dan. Parlamenter Eksîk bi gotinên; ‘Li ser ruhê hiquqê El Fatîhe. Dadgeh gotinên îktîdarê weke ferman dimîne. Êdî sebir nemaye’ û parlamenter Gulem jî bi gotin; ‘Daraz li gorî sekna AKP’ê ya keyfî biryarê dide. Li gorî kêfa îktîdarê digire û li gorî wê ceza dike. Ew çiqas bigirin bila bigirin nikarin me paşve bibin’ bertek nîşanî biryarê dan. STENBOL