Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Daraz bûye buroya hiqûqê ya AKP-MHP’ê’

Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir ji bo îdianameya derbarê girtina HDP'ê de hatiye amadekirin wiha got: “Daraz bûye buroyeke hiqûqê ya AKP û MHP'ê.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Keskîn Bayindir, îdiayanameya derbarê girtina HDP’ê de hatiye amadekirin û betalkirina parlementeriya parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû nirxand.

Bayindir diyar kir ku îktîdar ji sala 2015’an heya niha li hemberî HDP’ê planên bertengkirin û tasfiyekirinê çêdike û wiha got: “Herî dawî di 17’ê adarê de bi telîmata darazê parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû hat betalkirin û piştî vê ji bo girtina HDP’ê de doz hat vekirin. Ev diyariyek bû ji bo kongreya MHP’ê. Ev gav, di kongreyê de destê Bahçelî qewî kirin û di heman demê de rastiyeke wekî tasfiyekirina tevgera siyasî ya kurd e. Hedefgirtina siyasetmedarên di nav tevgera siyasî ya kurd de, bi awayekî aşkera nîşan dide ku bûne hedefa îktîdara AKP-MHP’ê.”

Buroya hiqûqê ya îktîdarê

Bayindir bi bîr xist ku ji bo girtina HDP’ê îktîdar HDP’Ê hedef nîşan daye û bi dû re zûzûka îdianame hatiye amadekirin. Bayindir da zanîn ku niha daraz ji dêvla ku ji bo gelan bibe cihê edalet û wekheviyê, li gor hedef û armancên AKP û MHP’ê dişixule û destnîşan kir ku daraz bûye buroyeke hiqûqê ya AKP û MHP’ê.

Di axaftina xwe de Bayindir bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglû û destnîşan kir ku hem bloka demokrasiyê hem jî partiyên derî blokê nerazîbûna xwe anîne zimên. Bayindir got ku li ber raya giştî ya Tirkiyeyê tu beranberiyeke êrîşên li ser HDP’ê tune ne û wiha domand: “Helbet muxalefet û rêxistinên civaka sivîl nerazîbûnên xwe nîşan dan. Di civaka navneteweyî de jî li dijî îktîdara AKP û MHP’ê bertek tên nîşandan. Ev operasyonên tasfiyekirinê, nîşan didin ku li nav welêt ji xeynî îktîdara AKP û MHP’ê ji aliyê tu kesî ve nayên taswîpkirin. Mirov dibînin û dizanin AKP û MHP tenê ji bo îktîdara xwe dixwazin HDP’ê bigirin. DBP jî pêkhateyeke HDP’ê ye û dê li dijî van operasyonan, çi li qada neteweyî çi li qada navneteweyî piştgiriya ji bo HDP’ê bigihîne raya giştî û veguherîneke zemîneke rewa. Ê li dijî vê bi awayekî hîn xurtir têbikoşe.”

Ev êrîş nikarin temenê îktîdarê dirêj bike

Bayindir ku diyar kir ku jixwe ew bênavber têkoşînê qewîtir dikin û ev tişt anî ziman: “Helbet armanca van êrîşên li ser HDP’ê ew e ku derbeyekê li vê têkoşîna me ya berdewamî bixe. Bi pêkanînan planên bi vî rengî, ya rast pêşî li ber nîqaşkirina rojevên sereke yên welêt jî tê girtin. Ji lew re krîza aborî û siyasî ya li welêt kûr bûye. Îktîdara AKP, ji dêvla ku bibe muxatabê van pirsgirêkan, lê berevajî vê hewl dide bi temamî ser van pirsgirêkan binixumîne. Lê belê dê ev êrîş, nikaribin temenê îktîdara AKP-MHP’ê dirêj bikin.”

Xwedî tecrûbeyeke 30 salan

Bayindir diyar kir ku bi girtina HDP’ê re dibe ku îktîdar ber bi hilbijartineke pêşwext ve biçe û got ku HDP xwedî ezmûneke 30 salan e û ev tişt anî ziman: “Heger hilbijartineke pêşwext çêbibe, dibe ku hilbijartineke bêyî HDP’ê çêbibe. Lê belê pêkhate, dost û hevalbendên HDP’ê li ser pêya ne û bi awayekî alternatîf amadekariyên me hene. HDP, li hemberî hemû senaryoyan xwe amade kiriye û xwedî ezmûn û tecrûbeyeke 30 salan e.”

Banga xwedîderketinê

Bayindir ji bo 687 siyasetmedarên ku tê xwestin di warê siyasetê qedexe li pêşiya wan bê danîn jî destnîşan kir ku hewldaneke bêhûde ye û wiha got: “Dibe ku qedexeyê deynin ber 687 hevalên me, lê bawer bikin bi rihetî di cî de dê 6 hezar kes şûna 687 hevalên me dagirin.”

Her wiha Bayindir da zanîn ku dê ev operasyonên li dijî HDP û hêzên demokrasiyê tên kirin bibin sedema karesatên mezin û bang li hemû kesên xwedî wijdan û rêxistinên civaka sivîl kir ku li dor HDP’ê bibin xelek.  AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar