PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

‘Daraz tenê ji bo darbeyên li dijî kurdan dixebite’

Li Wan û Mêrdînê bi tevlêbûna gelek kesan di roja 34’emîn de jî Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakvanan got ku kurd evîndarên azadiyê ne û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê heta dawiyê bidomînin. Her wiha çalakvanan ji bo biryara darazê ya ji bo Demîrtaş û Yuksekdag jî wiha got: “Daraza ku ev 5 sale naxebite, tenê ji bo darbeyên li dijî kurdan dixebite.”

Çalakiyên şermezarkarina tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê û şaredariyên Qereyazî û Pasûrê berdewam in. Di vê çarçoveyê de li Wan û Mêrdînê bi tevlêbûna gelek kesan di roja 34’emîn de çalakiyên Nobeta Demokrasiyê hatin lidarxistin.

Di roja 34’emîn de jî li Wanê bi tevlêbûna parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclis Ciwanan a HDP’ê çalakiya Nobeta Demokrasiyê hate lidarxistin Di çalakiyê de beşdaran berdilkên xwe yên ku nivîsa ‘Ji hişbir, pişaftin, sîxûrî û tecawizê re bes e’ li ser bû, li xwe kiribûn. Di heman demê de çalakvanan pankarta ‘Em ê teqez biser bikevin’ vekirin.

Skandala darazê

Di çalakiyê de ji ewil parlamanterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul axivî û diyar kir ku bi biryara girtina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag re daraz careke din têk çûye û wiha got: “Jixwe biryara darizandina Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag hebû. Ev biryar  bi zordestiya faşîzma AKP û MHP’ê pêk hat. Dadgehê dîsa em mat nekirin û biryareke li gorî daxwazên îktîdara heyî da. Ev biryar dê bikeve dîroka hiqûqa cîhanê. Demîrtaş û Yuksekdag rûmeta gelên bindest in. Heta ku hevserokên û hevşaredarên me tên berdan em ê li ber xwe bidin. Em bang li hemû partiyên siyasî û derdorên demokratîk dikin ku mil bidin vê têkoşînê.”

Ciwan di her aliyên jiyanê de hebin

Piştre jî li ser navê Meclisa Ciwanên HDP’ê Ferhat Kalkan axivî û destnîşan kir ku destilatî bi zordestiyê û darbeyan dixwaze polîtîkayên xwe yên li dijî demokrasiyê rewa bike û têkçûna xwe binixûmîne. Kalkan bi lêv kir ku polîtîkayên tecrîdê her ku diçe zêdetir dibin û dê ciwan li dijî vê polîtîkayê bi awayekî birêxistinî tevbigerin. Kalkan da zanîn ku dê ciwan di her qadekî jiyanê de hebin û pêşengiyê ji gelê xwe re bikin.

Girseyê pişt re dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakî bi dirûşma ‘Bijî berxwedana Wanê’ bi dawî bû.

Çalakiya li Mêrdînê

Nobeta Demokrasiyê ya li Mêrdînê jî di roja 34’an de li navçeya Qoserê berdewam kir. Nobeta Demokrasiyê dibin dorpêça polîsan de li Qada Azadiyê hate lidarxistin. Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak, di nobetê de axivî û bal kişand ser biryara girtinê ya der barê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag de. Amak anî ziman ku daraza ku ev 5 sale naxebite tenê ji bo ji bo darbeyên li dijî gelê kurd û demokrasiyê dixebite.

Amak da zanîn ku dê li dijî vê bêhiqûqî û bêdaletiyê serî netewînin. Piştre jî parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û bi lêv kir ku kurd evîndarên azadiyê ne û dê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin. Piştî axaftinan jî daxuyanî bi lêxistina çepikan û bi bezkirina dirûşman bi dawî bû. WAN-MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar