Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Darazê KCD û jinên siyasetmedar kiriye hedef

Dadgeha Amedê di 21’ê kanûnê de li Leyla Guven 22 sal û 3 meh ceza birî. Piştre bi lez û bez der barê wê de biryara girtinê dan û ew şandin girtîgehê. Bi girtinê jî têr nebûn bi lez ew sirgûn kirin. Ev nîşan dide ku armanc ne darizandin e. Armanc tolhildan e. Îktîdar wer difikire ku çawa jinek kurd bibe Hevseroka  KCD’ê? Çawa jinek kurd bibe siyasetmedar? Çawa jinek kurd gel li dora aştiyê bi rêxistin bike? Çawa jinek kurd li dijî şerê Efrînê derkeve? Çawa jinek kurd li dijî tecrîdê têkeve greva birçîbûnê û 200 rojan li dijî tecrîdê li ber xwe bide? Em dibînin ku xebat û berxwedana jina kurd dikeve xewna rayedarên îktîdarê. Dibe tirs û xewa wan diherimîne. Îktîdar ji bo serdestî û otorîteya xwe berdewam bike, jinên ku siyaseta demokratîk dimeşînin li pêş wan dibin asteng.

Li Tirkiyeyê îktîdara AKP-MHP’ê hemû rêxistinên civakî û muxalif wekî rêxistinên terorê nîşan didin û kirin hedef. Her ku rayedarekî hikûmetê diaxive û siyasetmedarê kurd nîşan dide, dozger û dadgerên daraza Tirkiyeyê bi lez û bez fermana wan pêk tînin. Dema em li sala 2020’an dinêrin em dibînin ku herî zêde jinên kurd ên siyasetmedar û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bû hedefa daraza Tirkiyeyê. Di 26’ê hezîranê de li dijî KCD’ê operasyon li dar xistin û deriyê KCD’ê mohr kirin. Di 2020’an de dadgeha Bilind 10 sal cezayê ku 17’mîn dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li Hevseroka  KCD’ê ya berê Aysel Tugluk birî bû, erê kir. Dadgehê dîsa 10 sal cezayê ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li hevseroka KCD’ê ya berê Selma Irmak birîbû, erê kir. 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê li Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven di 21’ê kanûnê de 22 sal û 3 meh ceza birî. Piştî caza birî Leyla Guven di heman şevê de binçav kirin û şandin girtîgehê. Em dibînin ku bi taybetî KCD û jinên di nava KCD’ê de pêşengiyê dikin bûye hedefa darazê.

Ev jî nîşan dide ku daraz li ser daxwaz û fermana AKP-MHP’ê tev digere û bûye maşikê destê îktîdara AKP-MHP’ê. Daraza ku berê xebat û axaftinên siyasetmedaran wekî sûc nedît, piştî fermanên Serokomar, Wezîrê Karên Hundir û Serokê MHP’ê ket nava liv û tevgerê. Biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê karsaz Osman Kavala û siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş de jî belge kir ku biryara daraza Tirkiyeyê li ser fermana hikûmetê pêş dikeve. Dîsa heta niha bi sedan dosyayên ku çûne DMME, DMME Tirkiye mahkûm kiriye. Ev jî nîşan dide ku daraza Tirkiyeyê ne serbixwe ye û bi temamî li gorî daxwaza îktîdarê biryarê dide.

Li gorî zagonên partiyên siyasî, ya 22’ê nîsana 1983’an a Zagona Hêjmar 2820’an her partî û rêxistinên civakî dikarin siyasetê bikin, dikarin ji bo welatekî demokratîk siyaseta demokratîk bikin. Dikarin xwe bi rêxistin bikin û propaganda bikin. Lê balkêş e, îktîdara ku Tirkiye dixe nava şer, qeyrana xizanî, betalî û jariyê her cureyê siyasetê jêre serbest e. Lê rêxistinên civakî yên wekî KCD, TJA, HKD û partiyên siyasî yên wekî HDP û DBP’ê ku ji bo aştî, demokrasî û edaletê siyasetê dikin, siyaset li wan tê qedexekirin.

Mînaka herî şênber a siyaseta demokratîk KCD bû. TJA bû. Komeleya Roza bû. KCD’ê hemû rêxistinên civakî di bin baneyê xwe tev li hev kom dike. Nûnerên siyaset, bawerî, çand, perwerdehî, temduristî û aborî, hiqûq û mafên mirovan dikarin bi hêsanî di bin baneyê wê de pirsgirêkan niqaş bikin û bi hevre li çareseriyê bigerin. Komeleya Roza û Tevgera Jinên Azad (TJA) li mafê jinan dipirsin û ji bo mafê jinan ên azadî, demokrasî, edalet, wekhevî, aştî û aboriyê têdikoşin. Em dibînin ku cihê lêgerîna edalet, mafên mirovan, azadî û demokrasî hebe û jin pêşkêşiya wê bikin deriyê wan tên mohrkirin û pêşengê wê tên girtin. Ev aşkera dike ku îktîdara Tirkiyeyê koletî, bindestî û mêtîngeriyê li ser hemû kesan ferz dike û dixwaze pergala dîktatoriyê serwer bike. Lê ev di dîrokê de tu carî bi ser neketiye û dê bi ser nekekeve. Dîrokê nîşan daye ku pergala dîktatoran her tim belav e û tu carî negihiştine armancên xwe.

Nûçeyên Têkildar