Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Darbeya 19’ê Tebaxê didome

Cîgirê Hevserokê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê HDP’ê Salîm Kaplan têkildarî tayînkirna qeyûm a ser Şaredariya Pasûrê ev tişt got: “Tiştên ku pêk tên berdewama darbeya siyasî ku demeke dirêj e li dijî vîna gel tê pêşxistin in.”

Di 12’ê Îlonê de, li gundê Bîrik ê navçeya Pasûr a Amedê teqînekê rû da û 7 kesan di qetînê de jiyana xwe ji dest dan. Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê derbarê taqînê de lêpirsîn da dest pê kirin û di çarçoveya lêpirsînê de, Hevşaredarên HDP’ê yên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay, Midûrê Karê Fen ê Şaredariyê Şener Aktaş, Hevserokê HDP’ê yê Pasûrê Abîdîn Karaman û Mehmet Emîn Ay binçav kirin û her 5 kes duh ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Piştî girtina hevşaredaran li şûna ku ji meclisa şaredariyê yek bê bijartin, Wezîrê Karê Hindur Qeymeqamê Navçeyê wekî qayûm tayîn kir.

Cîgirê Hevserokê ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar ê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Salîm Kaplan, têkildarî tayînkirna qeyûm a ser Şaredariya Pasûrê daxuyaniyeke nivîskî da. Kaplan diyar kir ku zihniyeta ji vîna gel rê rêz nagire û nas nake, herî dawî Şaredariya Pasûrê hedef girtiye û wiha got: “Piştî teqîna li Pasûrê,  şaredarî û rêxistina me ya navçeyê ji aliyê çapameniya desthilatê ve berpirsyar hatin nîşandan. Li şûna ji aliyê meclisa me cîgirê şaredar bê hilbijartin, ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve qeymeqamê navçeyê weke qeyûm tayînî şaredariya me hatiye kirin. Ev tayînkirina qeyûm nîşan dide ku li şûna ronîkirinê şaredariya me hatiye desteserkirin.”

Kaplan di dawiya daxuyaniya xwe de tayînkirina qeyûm weke berdewama darbeya siyasî ya li hemberî partiya wan nirxand û ev tişt got: “Desthilat û wezaretê carek din nîşan dane ku vîna gel û hiqûqê nas nakin. Divê demildest ev polîtîkaya li hemberî hilbijartiyên me bi dawî bibe. Em ê li ber vê polîtîkayê dê teqez serê xwe berjêr nekin û heta dawiyê têkoşîna xwe bi biryardariyê bidomînin. Em bang li rêxistinên sivîl û odeyên pîşesazî dikin ku li hemberî van êrîşên li dijî vîna gel derkevin û hestiyar tevbigerin.”

Derbarê teqînê de pirs nehatiye kirin!

Her wiha têkildarî dosyeya her 5 kesan hin agahî hatin bi dest xistin. Her 5 kes bi îfadeyên şahidan û îdîayên piştî teqînê ji ber ku wesayîta aîdê şaredariyê berî teqînê li cihê bûyerê hat dîtin, hatin binçavkirin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, di dema lêpirsîna dozger û midûriyeta polîsan de, derbarê bûyerê de tu pirsek ji 5 kesên hatin girtin nehatiye kirin û tu delîl jî nîşanî wan ne dane. Ligel vê yekê jî her 5 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Yekgirtina dewletê xerab kirin” sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Pasûrê hatin kirin û dozger ji bo dosyayê biryara “veşartinê” da.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar