PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Darbeya AKP’ê hate şermezarkirin

Navenda Nûçeyan |

Wezîrê karên hundir ê dewleta tirk qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê yên Îdîr, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê û Bajaroka Vartînis a Mûşê kir. Ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman nûnerên rêxsitinên civakî û HDP’ê li gelek navendan daketin qadan û çalakî lidar xistin. Di çalakiyên şermezarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina qeyûman a ser şaredariyên Sêrt, Îdir, Misirc, Xana Hawêl û Vartînîsê yên HDP’ê ‘Darbeya AKP’ê’ ye.

AMED

Li pêş avahiya HDP’ê ya navçeya Sûrê nûnerên rêxistinên demokratîk û rêvberên HDP’ê kom bûn û daxuyanî dan. Li pêş avahiyê pankarta ‘Qeyûm xespa vînê ye. Em tu carî qebûl nakin’ vekirin. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê û gelek kesên din amade bûn. Hevseroka HDP’ê ya Sûrê Hatun Yildiz diyar kir ku bi tayînkirina qeyûman dixwazin gelê kurd bê vîn bihêlin û qeyûm di nava gel de qet ne rewa ye. Çalakî bi berzkirina dirûşmên ‘Berxwedan jiyan e’ û ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ bi dawî bû.

ŞIRNEX

Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê jî endam û rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên demokratîk li pêş avahiya HDP’ê ya Silopiyayê kom bûn û tayînkirina qeyûman şermezar kirin. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û rêveberên HDP’ê amade bûn. Di çalakiyê de pankarta ‘Qeyûm darbeya li dijî vîna hilbijêran e’ vekirin. Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş diyar kir ku AKP her ku diçe bêhtir biçûk dibe û ji ber vê yekê êrîşî derdorê dike û qeyûm tayînî şaredariyan dike. Ozgneş anî ziman ku ew dê şaredariyan dîsa qezenç bikin û demokrasî, aştî û edaletê bînin Tirkiyeyê. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

RIHA

Rêxistina HDP’ê ya Rihayê jî bi heman boneyê daxuyanî da. Hevseroka HDP’ê ya Rihayê Emîne Çetîner di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Vîna gel bi qeyûman ji holê radikin û dixwazin rejîma qeyûman ava bikin. Îktîdar dixwaze vê mayînde bike. Ji me û şaredariyên me ditirsin. Şewb, vîn, maf û hiqûqê nas nakin û qeyûman tayîn dikin.”

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku mafê bijartinê ji destê gelê kurd digirin û wiha domand: “Yên ku qala demokrasiyê û mafê mirovan dikin, qeyûman tayîn dikin û vîna gel nas nakin. Zilmek wiha li tu devera dinyayê nîne. Darbekar li dijî gelê kurd darbeyê dikin. Her roj zilmê li gelê kurd dikin. Lê dê gelê kurd netirse û têkoşîna xwe bidomîne. Şaredariyên we nikaribû bi hilbijartinê bi dest bixin, lê hûn bi zordestiya qeyûm desteser dikin.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşm û çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

SEMSÛR

Rêxistina HDP’ê ya Semsûrê jî tayînkirina qeyûman bi daxuyaniyek çapemeniyê şermezar kir. Hevserokê HDP’ê ya Navçeya Navendî Hasarî Oguz daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ê li dijî qeyûman têkoşîna xwe bidomînin.

EDENE

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edeneyê jî tayînkirina qeyûman û binçavkirin û girtina hevşaredaran şermezar kirin. Daxuyanî li Parka Heykel hat dayîn û parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari û rêveberên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Bi vekirina pankartê gotin ew qeyûman naxwazin û dirûşm berz kirin.

Li ser navê platformê Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Edeneyê Îlhan Ongur axivî û ev tişt anî ziman: “Dewlet êdî ne hiqûqî ye, êdî bi dewleteke artêşa trolan re rûbirû maye. Qeyûm kirinên partiyek îktîdarê ye û li dijî demokrasî û gel e. Bi qeyûman îradeya gel hat dizîkirin û desteserkirin, em ê jî bêdeng nemînin. Tayînkirina qeyûman dewama înkarkirin û tunekirina gelê kurd a polîtîkaya sed salî ye. Divê hemû hevşaredar vegerin ser wezîfeya xwe û polîtîkaya qeyûman ji holê were rakirin.”

Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari jî axivî û destnîşan kir ku ew ê li dijî zîhniyeta qeyûman têbikoşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar