Di 15’ê Tîrmehê sala 2016’a de li Tirkiye darbeyeke leşkerî çêbû. Darbeya dûmahî ne dişibiya darbeyên berê. Piştî roj çû ava 1-2 seatek çend wesayîtên zirxî pira Stenbolê girtin û li çend baregehên leşkerî jî liv û tevgerên biçûk çêbûn. Her weha ber bi dawiya şevê çend balafir li ser Stenbol û Enqerê firiyan, dengek mezin derxistin, yek du bombeyên perwerdeyê avêtin Meclîsê û navê vê yekî jî danîn, darbe.
Di heman demê de belavokek li telewîzyona dewletê hate xwendin. Bi gor belavokê qaşo lijneyek bi navê ‘Aşitiya Welat’ serkêşiya vê darbeyê dike û di hedefa wan de jî desthilatdariya Erdogan heye.
Heta wan seatan Erdogan û hemû rayedarên Erdogan winda bûn. Yek ji wan nedixwiya. Dû re yek bi yek derketin holê. Erdogan li telewîzyonan bang li gel kir û ji Marmarîsê derket hat Stenbolê. Li balafirxaneyê bi hezaran AKP’yî pêşwaziya wî kirin. Destpêkirin, leşkera girtin. Di hin ciyan de bi polêsan ve êrîşî leşkeran kirin. Hin leşker bi êşkenceyan hatin kûştin. Bi hezaran leşker jî hatin girtin. Dû re êrîşek bêserûber destpêkir. Erdogan hewldana darbeyê ji bo xwe kir derfet û meşa ber bi sîstema faşîzma takekesî da destpêkirin. Ew meş, hê jî didome.
Niha gelek tişt zêdetir zelal e. Belê, planeke darbeyê ya leşkeran hebûye. Ev plana han ji alî hin leşkerên ser bi Cemaata Fethullah Gulen û hin leşkerên Kemalîst yên li ser xeta NATO’yê bûne, hatiye çêkirin. Lê hinek ji yên plana darbeyê çêkirine, heman demê bi rêya Hakan Fîdan bi Erdogan re ketine têkîliyê. Ev car plana Hakan Fîdan ketiye meriyetê. Pêşî li darbeyê nebirîne lê bi planeke alternatîf darbeyê vegûheztine lîstokê û derxistine valahiyê.
Ji hin agahiyên kesên leşker ku ji ber darbeyê hê jî tên darizandin carek din derket holê ku ew dixwazin seat 3’ê ber bi sibê dest bi pêkanîna plana darbeyê bikin. Lê dibînin ku ji nişkava pira Stenbolê ber bi êvarê ji alî hin leşkeran tê astengkirin. Heta dixwazin meseleyê fambikin, dibînin ku ketine dafikê û yê wan firotiye jî Hulusî Akar bi xwe ye.
Em carek din vegerin ‘Lijneya Aşîtiya Welat.’ Wê şevê li ser navê vê lijneyê belavokek hat xwendin. Lê heta niha jî kes nizane endamên vê lijneyê kî ne û her weha kî serkêşiya vê lijneyê dike. Balkêş e. Hin kesên ku 10 qirûş razandibûn banqeya Fethullah Gulen wekî darbekar hatin sûcdarkirin û heta hin ji wan bi mûebbeta giran hatin sizakirin. Lê ew kesên di nav lijneya serkêşa darbeyê de navê wan hebûn, heta niha jî ‘nehatin dîtin’.
Niha sedema vê yekê jî aşkere bûye. Ne ku ew lijne nehatiye dîtin an jî naye zanîn. Ew lijne tê zanîn û her weha rasterast ji alî Hakan Fîdan û Hulusî Akar ve tê birêvebirin. Erdogan jî ji serî heta dawî ji xebatên vê lijneyê hayîdar e. Piştî Ergenekoniyên Avrasyayî û alîgirên Erdogan lijneyê girtin bin kontrola xwe, berê plana darbeyê ya leşkeran têkbirin û dû re ji bo têkuzkirina sîstema faşîst hewldan.
AKP, piştî ku darbe kir hêncet, gelek kesan girt. Lê di girtina kesan de çi car hewldana darbeyê esas nehatin girtin. Tenê esasek derbasdar bû: Dijberiya Ergenekon û AKP’ê. Yên wekî dijber dihatin hesibandin, hemû avêtin zîndanan. Di nav kesên hatin girtin de bi qasî dilxwazên Cemaata Gulen, her ew qas jî Kemalîstên NATO’yî hebûn. Dilxwazên Cemaata Gulen û Kemalîstên NATO’yî hemû ji kar hatin avêtin, gelek ji wan jî hatin zîndanîkirin. Tifaqa faşîst ya Ergenekon û AKP’ê, pêkve berê xwe dan xeta Avrasyayê. Erdogan di xeta xwe ya siyasî de gûnerînek sedî sed pêkanî. Bi vî awayî hem xwe parast, hem jî dethilatdariya xwe. Piştî wê seatê jî yek hilbijartinek winda nekir. Ango kî çi deng avêt sindoqan, ji sindoqan her daîm Erdogan derket. Faşîzma Erdogan û Ergenekonê her diçû xurttir dibû.
Lê sîstema faşîst ya bi şîrîkatiya Ergenekon û Erdoganê derketibû rê, tenê di ‘Plana Çokdanînê’ de, ango teslîmgirtina gel û tevgera kurd de biserneket. Kurd li hemû qadan berxwe dan. Rênedan ku rê li ber mayîndebûna faşîzmê vebe. Berxwedana kurda aboriya dewletê jî têkbir. Dewlet xetimî. Tiştê tê dîtin niha jî sanciya vê yekê di nav şîrîkên faşîst de destpêkirine. Bi gotineke din Erdogan xwe ji şîrîkên xwe diparêze, şîrîkên wî jî ji bo Erdogan ji xeta wan dernekeve zor didin wî.
Demên usa, ango demên bihevketina desthilatdaran gelek girîng in. Rast e, eşkere nebû, lê diyar e desthilatdar bihev ketine. Divê em bîrnekin, di van heyaman de xeta esas, xeta berxwedêran e. Heke xeta berxwedêr ya li dijî faşîzmê derketine û heta niha teslîm nebûne, bikaribin kar û barê xwe bi ahengek bi rêve bibin, ew ê nakokiya desthilatdaran xurttir bibe. Wê demê xeta berxwedêr û şoreşgeran, dikarin bi hêsanî ji nakokiyên desthilatdaran derfet bibînin.
Bila kes nebêje, desthilatdar xurt in. Na xêr, desthilatdar ne xurt in. Heke xurtiya wan bidomiya, ew ê yekser xwe ji welatên Rojava û ji NATO’yê dûrxistiban. Vê nekirin. Ji ber vê yekê jî xeta Avrasyayî li rêyan digere. Ev jî Erdogan ji wan dûr dixe. Devlet Bahçelî, îşareta vê yekê da. Her weha Hulusî Akar jî, Suleyman Soylu jî ne rehet in. Ev jî îşareta mezinbûna nakokiyê ne. Lê divê xeta berxwedêr û şoreşger yên Tirkiye û Kurdistanê, çi şaşiyek nekin. Tu luksa şaşiya wan nîne.