Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Darbeya siyasî li gelek bajaran hate şermezarkirin

Meclisa dewleta tirk duh parlamenteriya hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, parlamenterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farisogullari û parlamenterê CHP’ê yê Îzmîrê Enîs Berberoglu betal kir. Di nava çend saetan de jî parlamenter hatin binçavkirin û piştre jî hatin girtin. Bi vê boneyê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

MÊRDÎN

Di vê çarçoveyê de HDP’a Mêrdînê daxuyanî da. Lê polîsan deriyê ketina avahiya partiyê girtin û daxuyanî asteng kirin. Li ser vê yekê HDP’iyan dirûşma ‘Zext dê nekarin me têk bibin’ berz kirin. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’ê yê Mêrdînê Salîh Kuday axivî û xwest ku daxuyanî bidin. Lê belê polîsan destûr nedan. HDP’a Nisêbînê jî li avahiya partiyê daxuyanî da. HDP’iyan bertek nîşanî girtin û betalkirina her sê parlamenteran da.

ŞIRNEX

Li Şirnexê jî bi heman armancê li ber avahiya partiyê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em ê teslîmî darbeyaê darbekaran nebin’ hate vekirin. Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Nûran Îmîr, hevşaredar, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de parlamenter Ozguneş axivî û wiha got: “Bi betalkirina parlamenteriya hevalên me darbe kirin. Em ê li dijî van darbeyan dengê xwe bilind bikin. Têkoşîna me dê heta dawiyê bidome. Me tu carî serê xwe ne tewand û em ê netewînin jî.” Daxuyanî bi dirûşmên ‘Berxwedan jiyane’ û ‘Leyla Guven rûmeta me ye’ hatin berz kirin.

EDENE

Li Edeneyê jî HDP’ê li Parka Abîdîn Dîno çalakî li dar xist. Hêzên Ked û Demokrasiyê jî piştgirî dan çalakiyê. Hevserokê HDP’ê yê Edenê Mehmet Karakiş di çalakiyê de axivî û wiha got: “Bi awayekê derhiqûqî wekîltiya 3 parlamenteran hate betalkirin. Êdî faşîzm gihiştiye asta herî jor. Ew çi jî bikin, binkeftina wan nêz bûye.” HDP’a Seyhanê jî bi heman armancê daxuyanî da û betalkirina parlamenteriya parlamenteran şermezar kir.

MÊRSÎN

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrsînê jî bi heman boneyê li Şaxa Genel-Îş Mêrsînê daxuyanî da çapemeniyê û xespkirina vîna gel şermezar kir.

ÎSKENDERÛN

Li Hatayê jî HDP’a Îskenderûnê li avahiya partiyê civîna çapemeniyê li dar xist û betalkirina parlamenteriya parlamenteran şermezar kir. Di daxuyaniyê de hevseroka HDP’ê ya Îskenderûnê Hulya Ateş axivî û wiha got: “Em ê li dijî vê xespkirina vînê bêdeng nemînin. Em bang li bloka faşîst a AKP û MHP’ê dikin ku Leyla Guven û Mûsa Farisogullarî em in û bi vîna gel hatine hilbijartin. Têkoşîna wan têkoşîna me ye.”

ANTALYA

Her wiha bi heman boneyê HDP’a Antalyayê jî li avahiya xwe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’ê yê Bajar Mûhsîn Taşan axivî û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî xespkirina vîna gel bidome.

Li hêla din li gelek bajarên weke Riha, Dîlok, Semsûr, Manîsa, Denîzli, Mugla, Aydin, Êlih, Stenbol, Çanakkale û Sêrtê jî bi daxuyaniyan darbeya siyasî ya AKP-MHP’ê hate şermezarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar