Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Darek jî li ser çiyayên Gabarê nehiştin

Welatiyên li herêma Gabarê dijîn diyar kirin ku divê li dijî vê pergala ku xwezayê dikuje divê gavên şênber bên avêtin û ev tişt anîn ziman: “Li Şirnexê darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin.”

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li aliyekî xwezaya Kurdistanê bi çekên kîmyewî yên NATO’yê jehrî dike, li aliyên din jî bi destê şîrket û çeteyên cerdevanan xwezayê wêran dike. Li Şirnexê bi salan e talana xwezayê didome. Birîna daran a ku bi hinceta “ewlehiyê” li herêmên Besta, Cûdî û Gabar ên Şirnexê tê kirin, gihişt bejahiya navçeyên Qileban û Elkê jî. Birîna daran a ku li herêma Qeşûra ya navçeya Qilêbanê dest pê kir, ber bi Geliyê Bêtkarê ve belav bû. Her wiha ji ber neftê li Gabarê bi hezaran dar hatin birîn. Li herêmê birîna daran didome û ji ber neftê û madenan xwezaya Şirnexê tê wêrankirin. Welatiyên ku darên wan li Gabarê hatin birîn, bertek nîşanî talankirina xwezayê dan û xwestin ku birîna daran bi dawî bibe.

Ji welatiyên ku darên wî li Gabarê hatin birîn Ahmet Emîn Tûnç diyar kir ku piştî gundê Meydîn ê giredayî Şirnexê di sala 1992’yan de hat şewitandin, ew neçar manê koçberî Cizîrê bibin û got ku darên wan ên ku li Gabarê mabûn jî hatinê birin. Tunç axaftina xwe wiha domand: “Em gelek caran li dijî wan derketin ku darên me nebirin. Ji ber neftê darên me yên li wir hatine birîn. Em naxwazin darên me bên birîn. Çiya, daristan û darên me hemû tune kirin. Li dijî vê divê bertekek mezin derkeve ku pêşî li birîna daran bê girtin. Êdî darek nehiştin ku di bin siya wê de rûnin. Birîna daran bandorê li ser avhewayê jî dike. Di van salên dawî de ji ber birîna daran demsal û germahiya li vir jî li gor salan guheriye. Ev yek bandora birîna daran e.”

Welatiya bi navê Medîne Aksoy jî piştî gundê wan Meydîn hatiye şewitandin koçî Cizîrê kiriye. Aksoyê jî bi lêv kir ku darên wan bi destê cerdevanan tên birin û ev tişt gotin: “Gundê me gelekî xweş bû. Darên fêkî, zevî, rez û daristanên me hebûn. Pir demên xweş bûn. Piştî em koçberî vir bûn perîşan bûn. Gundê me hat qedexekirin. Me nikarîbû herin gundê xwe. Niha jî darên me tên birîn. Darên me ji aliyê cerdevanan ve tên birîn. Em naxwazin dar û daristanên me winda bibin. Berê pir xweş bû, niha tiştek nemaye. Em dixwazin darên me neyên birîn. Wan bi tonan û bi hezaran darên me birîn.”

Berîvan Kûtlû, anî ziman ku darên çiyayê Pîra yê gundê Navyana Şêxan a Şirnexê di sala 2023’yan de bi temamî hatine birîn û wiha got: “Ew qadeke daristanî ya mezin bû. Lê wan ew der wek cihekî taybet diyar kirin û ji Besta heta Pîrê dar birîn. Darên me jî li wê herêmê bûn. Darên sed salî hatin birîn. Darên ku gundiyan ew qas qedir û qîmet dida wan ku nedikarîn jê bikin, ji nişka ve tune kirin. Ev talan e. Navekî wê yê din tune ye. Li dijî vê jî kampanyayên îmzeyan hatin destpêkirin û kesên darên wan hatinê birîn bertek nîşan dan. Lê bi hinceta ‘Ewlehiyê’ dar hatin birîn. Lê armanc tunekirina xwezaya Kurdistanê ye. Cihên ku berê daristan bûn û xwezayê xwe nû dikir, niha bûne çol. Dema em em di wan deran re derbas dibin û dibînin ku bûne çol gelekî xemgîn dibin.”

Kûtlû, destnîşan kir ku divê li dijî talankirina xwezaya Şirnexê gavên şênber bên avêtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li dijî vê pergala ku xwezayê dikuje divê gavên şênber bên avêtin. Heke bertekên ku heta niha hatine dayîn bes bûna, dê encamek bihata bidestxistin. Lewma banga me ev e; Werin em berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Li dijî vê qirkirinê em hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyeyê û hem jî li derveyî welat dengê xwe bilind bikin. Divê hemû ekolojîst li dijî vê yekê heta ku em encamekê bigirin gavan biavêjin. Lê belê ji ber dengek baş tune ye bi salan e qirkirina daran didome. Heke pêwîst be em hemû bi hev re biçin û li wir konê xwe vekin da ku li Kurdistanê rûxandina dar û xwezayê raweste.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar