Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Darvekirin cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye’

Parêzer Eyup Dûman diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye û got ku darvekirin cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî radestî Tirkiyeyê hat kirin. Ocalan li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya Jimar 2 a Enqereyê (DGM) hat darizandin û cezayê arvekirinê lê hat birîn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME), vê biryarê red kir û biryar da ku Ocalan li DGM’ê bi awayekî adila ne nehatiye darizandin û li dijî biryara darvekirinê biryara tevdîrê girt. Di ser vê biryara DMME’yê de 21 sal derbas bûn.

DMME’ya ku derbarê darvekirina Ocalan de biryara tevdîrê da, bêdengiya xwe ya derbarê tecrîda ku li ser Ocalan tê pêkanîn de didomîne. Ocalan ku mafê wî yê parêzer, malbat û telefonê tê astengkirin, şibandina navbera tecrîd û darvekirinê bi van gotinan destnîşan kiribû: “Herdu jî darvekirinin, tenê rêbaz cuda ye.”

Têkildarî tecrîd û helwesta DMME’yê de parêzer Eyûp Dûman axivî û diyar kir ku darvekirin cihê xwe ji tecrîdê re hiştiye.

Tespît dikin lê zextê nakin

Parêzer Dûman da zanîn ku di sala 1999’an de ji bo rawestandina darvekirinê bi serokên baroyên herêmê re ji serokkomar, serokwezîr û saziyên navneteweyî yên demê re daxwazname nivîsandine û wiha got: “Li gel ku DMME’yê dem deman tecrîdê tespît kiriye jî ji ber berjewendiyên xwe danekirinan li ser Tirkiyeyê pêk nayne. Li gorî xala 90’emîn a Destûra Bîngehîn, her saziyên darazê yên Tirkiyeyê divê tev li biryarên DMME’yê bibin û neçar in pêwîstiyên wan bi cih bînin. Heke DMME derbarê rakirina tecrîdê de biryar bide Tirkiye neçar e tev li biryarê bibe. Ji ber berjewendiyan saziyên navneteweyî biryareke bi vî rengî nadin. Li gorî demê, pêvajo û kesan nêzikbûn nîşan didin. Ji bo tecrîda li ser Ocalan hesas tevnagerin. Dem deman heyet tên û derbarê hebûna tecrîdê de tespîtan dikin lê tu zextê nakin. Divê ev zext teqez pêk were.”

Tecrîd li dijî qanûnan e

Di axaftina xwe de Dûman naveroka Qanûna Cezaya Înfazê bi bîr xist û destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî her rêza vê qanûnê ye û wiha domand: “Li vir tişta ku li Birêz Ocalan tê pêkanîn tevdîra cezaya înfazê ya li gorî kesan e. Lewre tecrîd li dijî qanûnên neteweyî û navneteweyî ye. Bi taybetî ji bo wî girtîgehek hatiye avakirin û mafên ji bo girtiyan hatine nasîn ji bo wî nehatine nasîn. Demeke dirêj e hevdîtina wî ya bi malbat û parêzerên wî re ji ber sedemeke ne di cih de hatiye xespkirin.”

Tecrîd rizandin e

Her wiha parêzer Dûman destnîşan kir ku girankirina rewşa tecrîdê jixwe tê wateya darvekirinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê înfaz ji bo herkesî wekhev bê pêkanîn. Dema ku hûn mirovekî demeke dirêj bi tena serê wî bihêlin, ji mirovan tecrîd bikin wê endamên laşê wî qels bibin. Tecrîd rizandin û tunebûna hêdî bi hêdî ye. Heke mirovekî din be; dibe ku nikaribe li ber xwe bide. Rakirina darvekirinê di çarvoya endamtiya Yekitiya Ewropayê de pêk hat. Ev biryareke di cih de ye lê tecrîda ku bûye darvekirin li dijî mafê mirovan e.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar