Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Zîlan manîfestoya me ya jiyanê ye

Tê zanîn ku heta niha me ji hezkirinê zêde fêm nekiriye û evînek nejiyaye. Di Mem û Zîna Ehmedê Xanî de jî ji kêleka...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

Darvekirina ciwanên kurd li Cenewreyê hate şermezarkirin

Darvekirina 4 ciwanên Kurd, di çalakiya rûniştinê ya li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê tê lidarxistin, hate şermezarkirin

ANF Images

Kurdistanî di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji 25’ê çileya 2021’an ve her roja Çarşemê li Meydana Natîonsê ya ku Ofîsa Neteweyên Yekbûyî lê ye çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Çalakiya vê hefteyê bi deqeyek rêzgirtina ji bo ciwanên Kurd Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja Duşemê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, destpê kir.

Li ser navê komîteya çalakiyê Îbrahîm Yuksel têkildarî êşkenceya mutleq a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da û got, “Tecrîda dijmirovahî ya li ser Rêberê me roj bi roj zêde dibe û êrîşên li ser gelê Kurd û Kurdistanê jî dewam dikin.”

Yuksel grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ên ji bo şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatine despêkirin silav kir û bal kişand ser pêvajoya komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an.

Yuksel hêzên wê demê yên di nava komployê de bûn û bêdengiya li dijî êrîşên li ser çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd rexne kir.

Yuksel diyar kir ku ew ê weke gelê kurd û dostên wan ji bo serkeftina pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ya di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya dostên kurdan li qada cîhanê hat destpêkirin, wê li qadan bin. Di navbera 10-15’ê Sibatê de enternasyonalîst wê ji Baselê heta Strasboûrgê bimeşin. Yuksel ji bo meşa dirêj û çalakiya navendî ya 17’ê Sibatê li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Piştî axaftina Yuksel Kurdistaniyan bi dirûşmeyan çalakiya xwe ya rûniştinê berdewam kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar