PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Davûtoglû tê serdana berhema xwe!

Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ku demeke dirêj e tê gotin ku dê partiyeke nû ava bike, ji bo bernameyeke fitarê tê Amedê. Davûtoglû bernameya xwe ya fitarê, Sûra ku hilweşand pêk tîne

Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû ku demeke dirêj e navê wî bi partiyeke nû di rojevê de ye, ji bo bernameyeke fitarê tê Amedê. Davûtoglû di çarçoveya serdana xwe de dê tevlî bernameyeke fitarê ya li navçeya Sûrê ya Amedê ku dema serokweziriya wî ji ber operasyonên ku bi destpêkirina wan pesnê xwe dide û soz dida ku dê bike “Toledo” bê dayîn, bibe. Davûtoglû ku dihat angaştkirin avakirina partiya xwe li Amedê rabigihîne, dê li Amedê hin hevdîtinan pêk bîne.

Davûtoglû di sala 2014’an de weke Serokê Giştî yê AKP’ê hat hilbijartin û di 6’ê îlona 2014’an de bû serokwezîr. Piştî serokweziriya Davûtoglû demeke kurt, li dijî êrîşên li ser Kobanê Çalakiyên 6-8’ê Cotmehê dest pê kirin û li gelek bajarên Tirkiyeyê berbelav bûn. Bi hêzên ewlehiyê re hêzên paramîlîter ku peywir dabûn wan jî li dijî çalakiyan êrîşan pêk anîn. Li gorî raporên demê di van bûyeran de 46 kesan jiyana xwe ji dest da û 323 kes jî hatin girtin. Çalakî bi navbeynkariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bûn.

Pêvajoya şer dest pê kir

Piştî bûyerên Kobanê derket holê ku hikûmetê li dijî Tevgera Kurd şer daye destpêkirin û armanca kiriye ku pêvajoya diyaloga di navbera Dewletê û Ocalan de qut bike. Dema hikûmeta Davûtoglû di civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya di 30’ê Cotmeha 2014’an de ku di bin serokatiya Serokkomar Erdogan hat lidarxistin de li dijî kurdan biryara şer hat girtin. Di ketina sala 2015’an de di pêvajoya diyalogê de geşedanên girîng pêk hatin. Mutabakata Dolmabahçeyê ya 28’ê Sibatê ku paşê ji aliyê Serokkomar Erdogan ve hat redkirin, hat ragihandin. Piştî vê yekê bi serkeftina HDP’ê û têkçûna polîtîkaya hikumetê ya Sûriyeyê re êrîşên DAIŞ’ê li Tirkiyeyê dest pê kirin. Di 18’ê gulana 2015’an de li dijî bînayên HDP’ê yên Edene û Mersînê êrîşên bombeyê pêk hatin.

Komkujiyên mezin kirin

Beriya hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi du rojan li dijî mitînga HDP’ê ya Amedê êrîşeke bombeyêi pêk hat. Di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes jî birîndar bûn. Di vê pêvajoyê de bi belgeyanderket holê ku DAIŞ di bin kotrola emniyetê de xebatan dimeşîne. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi derbasbûna bendavê ya HDP’ê re AKP bi tena serê xwe nikaribû hikûmetê ava bike. Di vê pêvajoyê de komkujiyek mezin ji aliyê DAIŞ’ê ve li Pirsûsê pêk hat û 33 ciwan hatin qetilkirin. Endamê DAIŞ’ê yê vê komkujiyê pêk anî navê wî di raporên îstixbaratê de derbas bûn.  Dema hikumeta demkî komkujiya herî mezin a dîroka komarê di 10’ê Cotmehê de li mitînga aşitiyê ya Enqereyê pêk hat û 103 kesan jiyana xwe ji dest da. Paşê bi belgeyan derket holê ku beriya komkujiyê, rayadarên dewlet ji kesê komkujî pêk anîye haydar bûne.

Destpêka şerê topyekun

Ji ber ku AKP’ê tişta dixwest bi dest nexist, piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê ji bo di hilbijartinên 1’ê mijdarê de bi ser keve biryara kûrkirina şer da. Di 24’ê Tîrmehê de piştî civînên bilind ên li Enqereyê biryara şer bi awayekî fermî hat girtin û li dijî PKK’ê êrîşan dest pê kir.  Pêvajoya ku Davûtoglû ku di her fersendê de digot wî fermana operasyonan daye bi Tirkiyeyê da winda kirin û bingeha darbeya leşkerî ya 15’ê tîrmehê hat avatin.

Jêrzemînên Cizîrê: qedexe, hilweşandin, mirin

Di dema Davûtoglû de biryara ‘qedexeya derketina derve’ di 16’ê tebaxa 2015’an de hat dayîn. Di berdewamê de bi qedexeyan re bajarên kurdan bi operasyonên leşkerî hatin wêrankirin. Tenê di navbera 16’ê tebaxa 2015 – 20’ê nîsana 2016’an de 338 sivîlan jiyana xwe ji dest da. Ji vana 78 kes jê zarok û 69 kes jî jîn bûn. Di qedexeyên dema Davûtoglû de li 3 jêrzemînên Cizîrê 25 jê zarok bi giştî 177 kes bi saxî hatin şewitandin. Cenazeyê 74 kesan bêyî ku bê teşhîrkirin hatin binaxkirin. Neteweyên Yekbûyî (NY) têkildarî wehşeta Cizîrê diyar kir ku 100 kes bi saxî hatine şewitandin û xwest ku derbarê mijarê de lêpirsîn bê destpêkirin. Lê hikûmeta Dvûtoglû vê daxwaza NY’yê red kir.

Di dema hikûmeta Davûtoglû de bi qedexeyên derketina derve re bi sedan kes jiyana xwe ji dest dan û bajarên kurdan hatin wêrankirin. Polîtîka û pêkanîn kirêt ên salên 1990’î hatin dubarekirin. Li Şirnexê cenazeyê Haci Bîrlîk ku hatibû înfazkirin, bi wesayîta zîrxî ya polisan bi erdê ve hat kaşkirin. Cenazeyê şervanên jin hatin teşhîrkirin. Dîsa cenazeyên kesên hatin qetilkirin piştî bi hefteyan teslîmî malbatê wan hatin kirin û cenaze di kîsêkan de li ser hev hatin danîn.

‘Em ê Sûrê bikin Toledo’

Di roja 62’yemîn a qedexeya derketina derve ya Sûrê de Davûytoglû çûbû serdana Erebistana Siûdî û di balafirê de ji rojnamegeran re gotibû ku dê Sûrê weke Toledo çêbikin. Piştî qedexeya derketina derve ya bi mehan 6 taxên Sûrê hatin wêrankirin û ji holê hatin rakirin. Davûtoglû îro li navçeya Sûrê ya ku taxên wê ji holê hatine rakirin û hê jî qedexeya derketina derve didome, beşdarî bernameyeke fitarê bibe. AMED

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar