Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cumartesi - 21 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Davûtoglu yek ji perpirsê komkujiyan e

Mûstafa Ozdag ku bi birîndarî ji Komkujiya Gara Enqereyê filitî, bertek nîşanî daxuyaniyên Davûtoglû dan û wiha got: “Em berpirsiyarên komkujiyê nas dikin û divê Davûtoglû jî bi awayekî aşkere biaxive.” Endama Meclisa Partiyê ya ESP’ê Gulcan Taşkiran jî destnîşan kir ku divê Ahmet Davûtoglû, komkujiyên di navbera 2014-2016’an de pêk hatin û vebêje û diyar kir ku Davûtoglu yek ji perpirsê komkujiyan e

Serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû, bal kişandibû ser pêvajoya di navber 7’ê Hezîran-1’ê Mijdara 2015’an de hatibû jiyîn û gotibû: “Ger defterên wê demê yên di têkoşîna li hemberî terorê de bên vekirin, wê gelek kes nikaribin derkevin nav mirovan.” Endama Partiya Meclisê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Gulcan Taşkiran û Mûstafa Ozdag ku bi birîndarî ji Komkjiya Gara Enqereyê ya 10’ê Cotmeha 2015’an filitî, ji ajansa MA’yê re axivîn û bertek nîşanî Davûtoglû dan û bang lê kirin ku çi zanibe vebêje.

Ozdagê bi lêv kir ku tiştên Davûtoglû dibêje gotinên wan ên heta niha piştrast dike û wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê ku Davûtoglû ji bo wan gotibû ‘zarokên me yên bihêrs’ li reyhanli, Amed, Pirsûs û Enqereyê komkujî pêk anîn û gelek êrîş pêk anîn. Bawer nakim DAIŞ, bêyî hêzekê van komkujiyan pêk bîne. Ne rêxistineke ku karibe van tiştan bi tena serê xwe bike.”

Divê kiryar hemû bên darizandin

Ozdag, bilêv kir ku hikûmeta AKP’ê detek daye DAIŞ’ê û ji bo komkujî zelal bibin li dadgehan çi zanibûne bilêv kirine. Ozdag wiha got: “Me xwest kesên rê li ber DAIŞ’ê vekirin bên aşkerekirin. Çimkî em dixwazin ku ne tenê çar pênc çete, divê kiryar hemû bên darizandin.” Ozdag diyar kir ku raporên ku Wezareta Karên Navxweyî der barê komkujiyan de amade kirine jî baş nehatine nirxandin û got, divê îhmalkariya peywirdarên cemaweriyê jî bên lêkolînkirin.

 ‘Em dizanin em ji bo çi hatin kuştin’

Ozdag anî ziman ku ew dizanin ji bo çi hatine kuştin û wiha got: “Wê demê digotin ‘400 parlementerî bidin me da ku ev pirsgirêk bê çareserkirin.’ Ev gotin nîşan dide ku em ji bo çi hatine kuştin. Ger bi Davûtoglû re çena mirovatiyê hebe divê aşkere bêje. Divê zû an dereng berpirsiyarên van komkujiyan bên darizandin.”

Ozdag bal kişand ser rewşa li Sûriyeyê jî û bilêv kir ku bi operasyona muhtemela a Tirkiyeyê re û ji ber tiştên li Îdlibê diqewimin dibe di nav kesên sînro derbas bikin DAIŞ’î jî hebin û wiha got: “Ev rewşeke pir talûke ye. Berê çawa di çûn hatinê de kontrolkirin tune bû, wê vê carê jî tune be. Di dadgeheke me de bersûcekî gotibû bi saya Weqfa Alîkariyê ya Mirovî bêyî kontrol hebe mirov diçûn û dihatin. DAIŞ, ji bo şerê li Rojhilata Navîn taşeronek e û roja ji bo wan hewce be tê bikaranîn. Li ser hevdu teqîn pêk hatibûn. Lê belê çima niha tiştekî wisa tune ye. nexwe pêdiviya wan pê tune ye.”

Ozdag destnîşan kir ku divê aştîxwaz li dijî vê bitêkoşin û wiha got: “Bawer dikim ku her ku daxwaza ji bo aştî û demokrasiyê bilind bibe wê ev pêvajo jî bê derbaskirin.”

‘Davûtoglû yek ji mîmarên komkujiyan e’

Endama Partiya Meclîsê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Gulcan Taşkiran jî diyar kir ku polîtîkaya ku Davûtoglû dike polîtîkayeke durû ye. Taşkiran, bi bîr xist ku komkujî di dema Davûtoglû de pêk hatine û wiha got: “Ger ji ber wan komkujiyan poşman be, nexwe divê komkujiyên di navbera 2014-2016’an de pêk hatin û pvajoya ku pêvajoya çareseriyê bi dawî kir vebêje.”

‘Durûtiyê dike’

Taşkiran destnîşan kir ku di her serdemeke tarî de kesê vê serdemê birêxistin dike heye û got, Davûtoglû jî yek ji van kesa ye. Taşkiran, bilêv kir ku ji ber berjewendiyên Davûtoglû û AKP’ê li hev derneketine îdia dike ku ew ê vê yekê aşkere bike û bi vî awayî hewl dide raya giştî bixapîne. Taşkiran got: “Di Komkujiya Pirsûsê de 33 canên me jiyana xwe ji dest dan. Di Komkujiya Gara Enqereyê de zêdetirî 100 mirov jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn. Paşê serdemeke şer a nû dest pê kir. Em bawer nakin ev rewşa tarî derî Davûtoglû hatibe kirin. Helbet Davûtoglû jî yek ji mîmarên vê yekê ye. Niha wekî ku hayê wî ji wan tiştan tune be diaxive û durûtiyê dike.”

Taşkiran diyar kir ku ji ber Davûtoglû niha hewl dide partiyekê ava bike tiştên wisa dibêje û wiha got: “Divê li gor îktîdara Erdogan, tiştekî cuda bêje. Şer, zext û zorî li her derî heye. Niha qeyûm tayînî 3 şaredariyên mezin ên kurdan hatine kirin. Mirov ji bo mafên xwe daketine kuçeyan û dewlet bi cop û ava şid êrîşî wan dike. Li Tirkiyeyê cinayetên jina, îstismarkirina zarokan, nelêrêtî her diçe zêdetir dibe. Di pêvajoyeke wisa de sedemeke gotineke wisa tê wateya xapandinê û guherandina rojevê.”

‘Divê em têbikoşin’

Taşkiran, destnîşan kir ku wê Davûtoglû nikaribe ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê tiştekî bike û sozên ku AKP’ê di sala 2002’yan de dan bi bîr xst û got, AKP gelên Tirkiyeyê xapandiye. Taşkiran diyar kir ku yek ji mîmarên wê serdema tarî jî Davûtoglû ye û ew ê wê serdemê ji bîr nekin. Taşkiran destnîşan kir ku li Tirkiyeyê demokrasî û azadî bi têkoşîneke hevpar pêkan e û ji bo careke din komkujî pêk neyê divê ew bitêkoşin. ÎZMÎR

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar