Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dawî li destgîrkirinên siyasî bînin

Doh serê sibê li 21 bajaran ku navenda wê Amed bû operassyona qirkirinên siyasî pêk hatin. Li hemberî vê operasyonê her ku diçe bertek jî zêde dibin.

Nerazîbûnên li hemberî operasyonên qirkirina siyasî didomin.

Enqere

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê têkildarî destgîrkirinên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de li 21 bajaran hatin kirin, li avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de pankarta “Muxalîf, parêzer, siyasetmedar û gelê kurd nayê krîmînalîzekirin” hate vekirin. Endam û nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Çepên Kesk, Alinterî, Partiya Şoreşger, Karala, Federasyona Şoreşgerên 78’an û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de ji rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê parêzer Nîlay Nayman axivî.

Nayman got “Çawa ku polîtîkayên şer ên bi dehan salan e li dijî gelê kurd tên kirin nekarîbin gelê kurd bêdeng bikin, wê îro jî nekarin bêdeng bikin. Her ku hilbijartinên 14’ê Gulanê nêz dibin, îktîdar hewl dide bi dijwarkirina faşîzmê gel bitepisîne. Lê tiştek ji ber hizra wan diçe ku ew jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gel bi van êrîşan dê neyê sekinandin. Biryara bisînorkirinê ya dosyayên lêpirsînan di salên dawî de êdî bûye sepaneke asayî. Serhat Eren li Amedê bi êşkenceyê hate destgîrkirin û bi saetan ti agahî jê nehatin girtin. Heta nehat zanîn bê ka li ku tê ragirtin. Piştî 10 saetan agahî jê hate girtin û parêzer pê re hevdîtin kir. Her wiha parêzerê rojnamegerên bi awayekî derhiqûqî hatin girtin Resûl Temûr jî hate destgîrkirin. Di lêgerîna bûroya Temûr de agahî û belgeyên pîşeyî jî li dosyaya wî hatine zêdekirin.”

Bi domdarî Nayman diyar kir ku wezîrê karên hundir demekî kin piştî operasyonê daxuyanî daye û wiha pêde çû: “Bi daxuyaniya xwe li xwe mikûr hat ku fermanê didin darazê. Karîneya bêgunehiyê ya şexsan binpê kir û xebatên qanûnî û demokratîk krîmînalîze kir. Ev êrîşên li dijî mafê agahîgirtinê, mafê parastinê, xwebirêxistinkirinê û azadiya xweîfadekirinê hatine kirin nîşan didin ku îktîdara siyasî darazê weke çoyekî bi kar tîne.”

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Vedat Bûlût jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Beriya hilbijartinê rapora AGÎT’ê hate weşandin û ji ber neafirandina mercên hilbijartineke adilane rexne hatin kirin. Ji ber ku parastina sindoqan û bikaranîna dengan nayê wateya hilbijartineke adilane. Divê wekheviya propagandayê hebe, şexs bi awayekî azad bikarin namzetiyên xwe eşkere bikin û polîtîkayên xwe bi civakê re parve bikin.”

Li ser navê Federasyona 78’iyên Şoreşger jî Ahmet Tellî axivî û got ku ev bûyerên gefxwarinê zêdetirî 40 sal in tên kirin û ev bang kir: “Li dijî van hewldanan divê em hêzên xwe bikin yek. Divê em liv û tevgerên xwe yên birêxistinkirî mayînde bikin.”

Li ser navê Alinteriyê jî Zarîfe Çamalan axivî û ji ber bêdengiya Tifaqa Milet bertek nîşan da.

Denîzlî

Rêxistinên Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Denîzliyê jî bi heman boneyê daxuyanî dan û êrîş protesto kirin.

Hevseroka HDP’ê ya Denîzliyê Şerîfe Yildirim diyar kir ku ew bi sedema êrîşa îktîdara AKP’ê û daraza di bin kontrola wê de baş dizanin û wiha axivî: “Armanca vê operasyonê dizîna sindoqan û vîna gel e. Li dijî civakê û tercîhên wê yên siyasî gefek e. Banga me ya ji bo her kesên dixwazin ev pergala gef û şantajan bi dawî bibe û hesaba bêhiqûqiyên heta niha bên pirsîn ew e ku helwesteke eşkere nîşan bidin. Divê li şûna her kesê hatiye destgîrkirin bi hezaran kes, bi dehhezaran kes li berpirsyartiya xwe rabin û xwedî li sindoqan derkevin û li dijî darbeyê tevlî têkoşîna çalak bibin.”

Antalya

ÎHD û Şaxa Komelya Hiqûqnasên Serdemê (ÇHD) a Antalyayê li Qada Attalosê daxuyaniya çapemeniyê da. Namzeta parlamenteriyê Partiya Çepên Kesk a Antalyayê Canan Çalagan, rêxistina HDP’ê ya Antalyayê û gelek kesan piştgirî da daxuyaniyê. Di çalakiyê de pankarta “Dawî li destgîrkirinên siyasî bînin” hat vekirin û bê navber dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê ser bikevin”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hat berzkirin.

Ji Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê Nesîbe Bahadir axivî û banga berdana kesên destgîrkirî kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar