Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Dawiya Erdogan jî dê mîna ya Sedam û Bexdadî be’

Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Foza Yûsif anî ziman ku wan ji bo destkeftiyên xwe 12 hezar şehîd dane û dê bi rejîma Sûriyeyê re bazarên erzan nekin. Yûsif da zanîn ku dê tu kes nekare vîna gelê kurd û yên li herêmê bişikîne û wiha axivî: “Çawa ku Sedam û Bexdadî têk çûn, Erdogan û çeteyên wî jî dê têk biçin.”

Ji bo oxirkirina şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên ku di Berxwedana Rûmetê ya li dijî hêzên dagirker ên dewleta tirk û çeteyên wê yên El Nusra, DAIŞ û OSO’yê de şehîd bûn, li Qamişloyê bi tevlêbûna bi hezaran welatiyan merasîm hate lidarxistin. Di merasîma oxirkirina şehîdan de endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Foza Yûsif axivî û diyar kir ku çawa Sedam û Bexdadî têk çûn, dê bi heman awayî Erdogan jî têk biçe.

Foza Yûsif diyar kir ku dewleta tirk dixwaze li ser hemû gelên herêmê qirkirinê bike û wiha domand: “Em vê yekê qebûl nakin. 5 milyon sûriyeyî li derveyî makeqanûnê hiştin. Şehîden me ji zilm û dagirkeriyê re dibêjin Na. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Me bedelên pir giran dan. Ji bo ku em li ser vê axê birûmet bijîn, 12 hezar şehîdan xwîna xwe rijand. Ne ku ji bo em bi rejîma Sûriyeyê re bi erzanî li hev bikin bû. Dema mafê me mîsoger bû, dê çareserî pêş bikeve. Divê HSD, Rêveberiya Xweser û rêxistinên me bên naskirin û parastin. Divê hemû kes bizane ku em bêrûmetiyê qebûl nakin.”

Bang li NY û rejîma Sûriyeyê kir

Yûsif bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) jî kir û wiha got: “Divê NY daxwaza qirkirinê ya dewleta tirk red bike. Divê bên û bi çavên xwe bibînin bê ka dewleta tirk gundên kurd, êzidî û gelên din çawa talan kirine. Bila werin bibînin bê ka mirovan çawa bi bombeyên fosforê dişewitînin. Em bang li rejîma Sûriyeyê jî dikin. Werin em bi hev re dawî li vê komkujiyê bînin, bi hevre pergaleke wekhev, demokratîk û aştîxwaz ava bikin. Werin em  bi hevre makeqanûneke demokratîk amade bikin. Werin em di navbera ereb, kurd, suryan û tirkmenan de peymana civakî ava bikin. Werin em vê xweseriyê bikin xweseriya demokratîk a pêşeroja Sûriyeyê. Tu kes dê nekare vîna gelê me bişikîne. Çawa ku Sedam û Bexdadî têk çûn, Erdogan û çeteyên wî jî dê têk biçin. Serkeftin dê ya yakitiya kurdan û gelên din be.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar