Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Dawiya faşîzmê

Mûnzûr Nûpelda

Bloka faşîst a kesk piştî darbeya Tirkiyeyê ya di 1982’an de berfireh û xurt bû. Armanca vê xetê lawazkirina hêzên çepgir û sosyalîst bû. Li Tirkiyeyê jî li dijî tevgera azadiya kurd di xeta siyasî, leşkerî, aborî, çandî û nemaze dînî de şerê tunekirinê meşand. Ev xet heta 2002’yan AKP bê ser kar jî bingehek pir xurt avakir.  Bîrdoziya vê xetê li ser ramanên tirk-îslam, tûranparêzî, neo-osmanîtî û nîjadperestiyê pêk tê. Li ser van kodên faşîst AKP’ê peywir girt û şerê li dijî kurdan gurtir û zêdetir kir.

Peywira ku AKP’ê hilgirt ser milê xwe tunekirin û înkarkirina kurdan bû. Bi vê armancê AKP bû desthilatdar. Di nava van bîst salan de ji bo ku bibe layiqê peywira xwe di qada leşkerî, şerê derûnî û taybet û dîsa bi dek û dolaban ev şer meşand. Nexasim, di nava van bîst salan de ne AKP û hevkarê wê MHP gihîşt armanca xwe ne jî tevgera azadiya kurd tune bû. Berevajiya wê tevgera azadiyê mezintir û berfirehtir bû.

AKP ji bo ku peywira xwe bi cih bîne di 2015’an de planên çog şikandinê xist dewrê. Bi hemû amûrên teknîkî, gazên kîmyewî, şerê derûnî û taybet û bi hemû hêza xwe li dijî tevgera azadiya kurd şerê tunekirinê da destpêkirin. Piştî heft salan encam li holê ye. Ji bo ku peywira xwe temam bike her dergeha vedike. Tawîz ser tawîzan dide. Her carê diçe ber lingê NATO û DYA’yê lavayî dike ku ji bo şansekî din bistîne. Lewre peywirek hilgirtiye ser milê xwe û dixwaze sala 2023’yan di sedsala komarê de vê temam bike.

Helbet ji bo ku tevgera azadiya kurd bê tunekirin berjewendiyê NATO û DYA’yê jî hene. Ji bo van berjewendiyê xwe çavên xwe ji AKP-MHP’yê re digirin. Lewre di van pêncî salên têkoşînê de yên ku li dijî gelê kurd şer dike ji dewleta tirk zêdetir NATO û DYA ye. Piştî ewqas alîkarî êdî çi bikin nikarin pêşiya ketina AKP û MHP’yê bigirin.

Ji bo ku pêşiya ketina xwe bigirin şeva 17’ê nîsanê bi konseptek kûr û berfireh û bi hevkariya PDK’yê li Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi şer kir. Rojava, Şengal û Mexmûrê bi dagirkerinê tehdît dike. Lewre dizane şerê xwe yê man û nemanê dide. Tirs û xofa wan zêde ye. A niha jî hêlma xwe ya dawiyê didin. Şerê Zapê teqez şerê dawiyê ye. Pêşerojê dê wêneyê têkçûna wan zêdetir derbikeve pêş.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar