Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Dawiya malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê hatiye

Dr. Fayiq Hamid derbarê zilm û faşîzma malbata sîxurê tirkan Barzanî û çeteyên wan PDK’ê de ev tişt anî ziman: “PDK li zindanê êşkence li kesan dike. PDK û malbata Barzaniyan jî ji bo kuştina kesên mixalif kesên kirêkirî digirin. Êdî ew roj nema ku PDK bi kuştinê gel bêdeng bike. Roja malbata Barzaniyan temam bûye, divê li bende rojên reş bin.”

Sîxurê dewleta tirk a dagirker Barzanî û çeteyên wê PDK ji neyraên kurdan bêhtir neyariya kurdan dikin. Malbata sîxur êşekncê bi kurdan dike û bi kesên kirêkirî kurdan dide kuştin, revandin û êşkencekirin.Nivîskar û çalakvanê rojhilatê Kurdistanê Fayiq Hamid di sala 2021’ê de bêyî tu tawanekî çend mehan di zindanên PDK’ê de hate girtin û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hate hiştin. Fayiq Hamid têkildarî doza xwe û xerabiya rewşa zindanên PDK’ê de agahî da.

Fayiq Hamid (42) li ser çûna xwe ya başûrê Kurdistanê û ew binpêkirinên ku ji hêla hêzên PDK’ê ve hatine kirin ev tişt anîn ziman: “Piştî derbaskirina pandemiya Covid-19’ê, di havîna sala 2021’ê de bi daxwaza hevalekî min ê ji Hewlêrê ez çûm Hewlêrê. Me karta niştecihbûnê wergirt. Rojekê em di kolaneke Hewlêrê re derbas dibûn, em rastî polîsekî hatin. Wî polîsî bi awayekî pir kirêt pirs kir ku em li vir çi dikin û hewl da ku bela xwe di me bide. Piştre em birin binkeyeke polîsan û li wir jê re gotin ev çi ye, te çima ev anîne? Wî jî di bersivê da got ku ev Îranî ne û Îranî jî yan sîxur in yan qaçaxçî ne.”

Fayiq Hamid di berdewamiya axaftina xwe de da xuyakirin ku di nav sîstema PDK’ê de lihevanîna tometan pir rehet e û wiha pê de çû: “Di nav sîstema PDK’ê de bi rehetî derew tên gotin. Gava ku em birin ba dadger, dadger ji me pirs kir û got hûn li vir çi dikin. Min jê re got ku em hatine gazîkirin û min karta xwe ya niştecihbûnê nîşan da. Paşê em veguhastin zindana polîsan û piştre em hay jê çêbûn ku du kesên Îranî bi tometa bazirganîkirina bi madeyên hişbir û xwarinên alkolîk hatine girtin. Tiştê ku min di wê zindana PDK’ê de dît, bi temenên cuda em 40 kes di odeyekê de bûn. Du kesên din li wir bûn ku ew jî bijîşk bûn. Piraniya wan an bitometên biçûk an bêtomet hatibûn binçavkirin. Piştre kesek hat û li ser me tometek li hev anî. Hebek di berîka hevalê min de bû, gotin ev heb madeyê hişbir e. Wî jî got ku biçin li taqîgehê li ser vî hebî lêkolînê bikin bê ka madeyê hişber e yan na.”

Fayiq Hamid behsa wê dema xwe ya li zindanên PDK’ê kir û got: “Tiştê ku min di zindanên PDK’ê de dît, ji bo min pir giran bû. Piştî 17 rojan em bi awayekî nemedenî hatin kelemçekirin û di cihên giştî û di nav xelkê re em birin. Dengê wesayîtên asayişê pir dihat da ku xelkê pê bitirsînin. Piştî lêkolînê zanîn ku me tiştek nekiriye. Piştre li pişt avahiyê em kirin zindaneke serdema Sedam Hisên û em kirin odeyeke gelek pîs. Dirêjiya odeyê neh metre û pehniya odeyê pênc metre bû. Em nêzîkî 50 kesî di wê odeyê de bûn û sadetirîn pêwîstiyên mirovî tê de tune bûn. Her gava ku hejmara girtiyan digihîşte 70 kesî, hejmar kêm dikirin.”

Fayiq Hamid amaje bi rewşa xerab a zindanên PDK’ê kir û got: “Her roj ji bo hemû pêwîstiyên me pênc deh deqe derî vedikirin. Em heta hefteyekê li wir hatin girtin. Piştî 24 rojan em veguhastin cihekî din û hevalê min got qey dikin me berdin, lê me dît ku zêrevanekî PDK’ê li hêviya me ye û em birin cihekî nediyar. Piştre em gihîştin Asayişa Giştî ya Hewlêrê ku cihekî pir xerabtir û pîstir bû. Di zindanên PDK’ê de wisa dikin ku hin zindanî zordariyê li zindaniyên din bikin.”

Hamid da xuyakirin ku girtî bê dadgehkirin demeke dirêj girtî dimînin û got: “Dadger ku pirs ji min kir, min di bersivê de got ku du meh in bêyî ku ez bizanim ez ji bo çi hatime girtin, ez di zindanê de me. Her wiha min got eger edalet hebûya, diviya min bikariya giliyê wî kesî bikira ku em dan girtin. Piştî heft mehan bêyî ku em biçin dadgehê, şevek ez ji xewê hişyar kirim û gotin rabe û tiştên xwe kom bike û here.”

Hamid amaje bi wê yekê kir ku di zindanên PDK’ê de bi darê zor ‘îtiraf’ê ji zindaniyan digirin û axaftina xwe wiha domand: “Çîrokên hovîtiyê yên li zindanên PDK’ê gelek in. Yek ji wan çîrokan êşkence ye. Eger pêwîstiya PDK’ê bi mikurhatinê hebe, wê demê êşkenceyê li te dikin da ku tu li xwe werî yan jî heta tu îtiraf nekî, tu ji zindanê dernakevî. Hevalekî min heye ku sê sal in hatiye zindanîkirin, çinku naxwaze li xwe mikur were û jixwe wî nekiriye. Ji bo îtirafên sexte her cure êşkenceyê bi kar tînin. Bo nimûne li ceyranê dan, êşkenceyên derûnî û fizîkî û hwd. Hevalekî me birin lêkolînê, gava ku vegeriya, kulek bûbû.”

Fayiq Hamid behsa zihniyeta asayişa PDK’ê kir û got ku asayişa PDK’ê tamê ji êşkenceyê digire û wiha domand: “Eger em ji hêla derûnî ve li asayişa PDK’ê bikin, kesên wisa ne ku hezkirina dê û bavên xwe nedîtine û hest bi kêmasiyê dikin û pirsgirêkên wan ên derûnî hene, xwe kêm dibînin. Ew kesên ku li zindanên PDK’ê êşkenceyê dikin, şerm nakin ku tu kî yî, kesayetî û malbata te kî ye, berevajî vê yekê kêfa wan tê û dibêjin me êşkence li bijîşk, endazyar an zarok û pîrekî kiriye.”

Hamid da zanîn ku li zindanên PDK’ê rewşa mafên mirovan pir xerab e û gelek binpêkirin tên kirin û wiha domand: “Ez naxwazim alîgiriyê tu aliyekî bikim, ez her tim alîgirê rastiyê bûme. Her çend rastî giran be jî, lê min gotiye. Ez bi rastbêjiya xwe serbilind im. Kesek hebû ku 11 salan li Iraqê zindaniyê siyasî bûye, lê digot ew 11 sal bi qasî du hefteyên zindanên PDK’ê nebû. Li tu devereke cihanê cihekî xerab wekî Asayişa Giştî ya Hewlêrê ya PDK’ê nîn e. Ev der wek zindana demkî tê binavkirin, lê bi salan te tê de zindanî dikin. Ev cih ji bo 240 kesî hatiye çêkirin, lê 900 kes tê de heye. Hemû kêliyên rojê di nav vê zindanê de êşkence heye û mirov ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar tê hiştin.”

Fayiq Hamid di berdewamiya axaftina xwe de wiha behsa malbata Barzaniyan kir: “Gava ku em li ser peyva dîktator difikirin, zindanên Sedam Hisên tên bîra her kesî. Lê li ba me hin kes hatibûn zindanîkirin ku di serdema Sedam Hisên de jî hatibûn zindanîkirin, wan digot zindanên PDK’ê ji zindanên rejîma Beesê gelek xerabtir in. Li gorî min tu dewlet û kesek tune ye ku wekî malbata Barzaniyan dîktator bin. Malbata Barzaniyan kesên pêxwas li dora xwe kom kirine û pereyên diziyê û mûçeya xelkê didin pêxwasên xwe. Gelek kes ji malbata Barzaniyan aciz in, lê nikarin dengên xwe derxin û hetta rexneyekê jî li wan bigirin. Asayişa PDK’ê xelk neçar dikir ku bi gora Barzanî sond bixwin da ku wan serbest berdin. Lê derew dikirin, ew serbest bernedidan. Li deverên desthilatiya malbata Barzaniyan dîktatoriyeke wisa heye ku li Koreya Bakur û li tu welatekî din tune ye.”

Hamid behsa gendeliyên malbata Barzaniyan kir û got: “PDK divê navê xwe bike ‘Partiya Malbata Barzaniyan’. Tiştê ku malbata Barzaniyan dide gel, ne ji ber qenciya xwe ye, berevajî wê yekê, mafê gel e. Ji bo ku xwe dewlemend bikin, gel qir dikin.”

Fayiq Hamid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Temamê welatên derdorê û cihanê hatine ser axa başûrê Kurdistanê. PDK nikare başûrê Kurdistanê biparêze, lê belê gava ku kesek tasek av bide gerîlayekî PKK’ê, wê demê desthilata malbata Barzaniyan bi tometa sîxurî û xiyanetê wî destgîr dike. Ez ne kesê yekem im ki rexneyê li malbata Barzaniyan digire, li seranserê cihanê gelek kes hene ku rexneyê li malbata Barzaniyan digirin. PDK û malbata Barzaniyan jî ji bo kuştina kesên mixalif kesên kirêkirî digirin. Êdî ew roj nema ku PDK bi kuştinê xelkê bêdeng bike. Roja malbata Barzaniyan temam bûye, divê li bende rojên reş bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar