Gerîlayên HPG û YJA-Starê di dawiya meha kanûnê ya sala 2023’an de operasyonên şoreşgerî li Xakurkê, Metîn û Zapê pêk anîn. Di van operasyonên şoreşgerî de jî herî kêm 88 eskerên artêşa tirk a dagirker hatin kuştin. Vê operasyona gerîlayan moralek mezin da kurdistaniyan. Lê di heman demê de moralê dewleta tirk û rayedarên wê jî têk bir.
Dewleta tirk û artêşa wê ne li bendê bûn ku tiştekî wiha bi serê wan de were. Di dîmenan de jî xuya kir ku bê di nava wê berfê de gerîla çawa bi ser dagirkeran de diçin û derbên giran li wan dixin. Dîmenên ku derketin holê jî rastiya şerê li Kurdistanê radixe pêş çavan. Hêz û îradeyeke gelekî xurt nîşan dide. Bi ser çeperên dagirkeran de diçin û li wan didin.
Bi van çalakiyan re careke din hat pesendkirin ku hêza gerîla ya li Kurdistanê nayê têkbirin. Dewleta tirk jî piştî van operasyonan şaş û mat bû. Nema dizanîbû çi bike, hema yekser balafirên xwe rakirin û bi ser Rojava de şandin. Tişta ku ev dewlet pişta xwe didiyê jî balafirên wan maye. Ji ber ku tiştekî bi navê artêşê nemaye. Artêşeke ku tenê ji hewayê êrişan dike maye. Lewma jî yekser balafirên xwe rakirin û êrişî her devera Rojava kirin.
Dewletek ew çend ketiye ku, berê xwe dide sivîlan. Tenê dikare êrişî sivîlan bike. Tişta niha li Rojava dike jî ew e. Tişta ecêb jî ewe ku ji nava Tirkiye kesek ranabe û nabêje çi karê me li Zap, Xakurkê û Metîna heye ? Roja ku civaka Tirk pirsa vê bike, wê demê emê nêzî çareseriyê bibin. Lê heta niha tiştekî wisa nehatiye dîtin. Dewlet di siyaseta qirkirinê de israr dike û ev sed sal in vê dike. Civaka wê jî li gorî wê zihniyetê tevdigere. Divê civaka li Tirkiyê vê rewşê qebûl neke. Ew ciwanên dişînin eskeriyê û tên kuştin jî ne di xema dewletê de ye. Ji ber ku heta niha yek zarokekî rayedarê dewletê li çiyayên Kurdistanê nehatiye kuştin. Ma ev civak çawa vê rewşê qebûl bike ?
Îro li Kurdistanê şerekî giran heye. Ev şerê man û nemanê ye. Dewleta tirk karibe hêza gerîla têk bibe, wê tevahiya kurdan jî di qirkirinê re derbas bike. Hêza gerîla li pêşiya wan dibe asteng. Ji ber hêza gerîla nikare faşîzma xwe li tevahiya Tirkiyeyê pêk bîne. Ji ber hêza gerîla nikare bi rehetî tevgerên qirkirin û dagirkeriyê pêk bîne. Lewma jî heta ku gerîla hebin wê hesabê dewleta tirk û artêşa wê neçe serî.
Lehengên Kurdistanê îro dîrokê dinivîsînin. Ciwanên kurd nîşan didin ku ewê têk neçin û serî netewînin. Ew ciwanên ku neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza ne li gorî kevneşopiya berxwedanê dimeşin. Wê kes nikaribe serê wan ciwanan bitewîne. Êdî dagirker nikarin li Kurdistanê rehet tevbigerin. Lewma jî tenê tişta ku di destê wan de maye şerê taybet e. Vî şerê taybet û derewên xapînok jî 40 sal in li dijî PKK’ê bi kar tînin. Her rojê dibêjin vaye me qedand û neman. Lê encam çi ye ? Bi gotinê nabe.
Dewleta tirk ti carî nexwest ku bi kurdan re li hev bike û wan wekî xwe nabîne. Bi çavê dijmin dinêre û her carê jî hewl daye tine bike. Di encamê de jî tine nebû. Ev dewlet nikare kurdan û nikare hêza wan a gerîla tine bike. Dawiya dawî wê neçar bimîne ku bi wan re rûnê. Dibe ku îro an jî deh sal din, lê dawiya vê çîrokê diyar e. Lehengên vê çîrokê jî diyar in. Yên dijminatiyê jî dikin diyar in. Lê ji bo ku civaka Tirkiyeyê jî bi rûreşî di vê çîrokê de cih negire, divê ew jî xwe zelal bike û li dijî vî şerê qirêj ê dewletê bisekine.