PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Daxuyanî girêdayî cezakirin û vîdeoya bi navê ‘Mikurhatina çalakvanên Behdînanê’

Bi vê belgevîdeoyê dixwazin peyamekê bidin qada hişyara civaka girêdayî nirxên neteweyî ku aliyê şoreşgerên PKK’ê û xebata wan a neteweyî beramber dagirkeriya tirkan û bizava wan a civakî weke nerewa bidin nîşandan

Navenda Nûçeyan |

Takor Zerdeştî / Çalakvanê Behdînanê

Ji bo raya giştî:

Weke tê zanîn sîstem û dadweriya herêma Kurdistanê li jêr bandora desthilata xwesepêner a hevşêwazê Engîzasiyona sedsalên naverast bi lêgerîna bîr û baweran, weke desthilatek kapîtalîst di berjewendiya siyaset û ecindaya dewleta dagirker a tirk de bi rê ve diçe. Ji ber vê rastiyê jî bûye mekanîzmaya givaştin û girtina bi sedan welatparêz û kesên xwedî hizir û bîrên cuda û bi givaştinên xwe bûye metirsiya giyanî û malî li ser hezaran ronakbîr, çalakvan, rexnegir, gencên xwîn germ û welatparêz. Ev sîstem li van salên dawiyê bûye sedema girtin, binçavkirin, revandin, gef, dersînorkirin û bi berdewam ên karên terorê yên aşkera û kiryarên wê nediyar.

Her ji ber vê yekê jî sedema rewşa min a taybet û awarte ya girêdayî cezakirina van çalakvanan, rewşek hat pêş ku derfeta guncav nebe di dema xwe de daxuyaniyek pêwîst li ser rewşa heyî girêdayî cezakirin û belavkirina dîmenê bi nav mikurhatin ji aliyê encumena ‘yekalî’ asayîşa herêmê, derxim ber çavê raya giştî.

Lewre ji ber vê yekê ez wek erkek berpirsiyarî û kesayetî li ser girîngiya vê daxuyaniyê û parvekirina wê, xwe berpirsiyar dizanim.

Wek dirêjedana van kiriyarên bêbext li hember rewşenbîr û rexnegiran ku bûye çandek vê desthilatê, êrîşa terorî ya li ser Diktor Xalib a li Silêmaniyê û Hawrê Kurdî li Hewlêrê û li ser nivîskar anî û li Silêmaniyê hewla revandina Soran Omer an revandina min di van qonaxên derbasbûyî de, bûye berdewamiya karên terorî. Ji bo van hewldanan bi armanca vê kevirekê deynin ser xebata edaletxwaziyê pêngav zêde tên avêtin ku weke Takor bi her şêwazê pêwîst bike ez ê xwe ji destê reşê biker nediyariya wan biparêzim û bi çi awayekê xwe radestî koledariya dagirkeriya dewleta faşîst a tirk nekim.

Weke tê zanîn cezakirina nerewa ya çalakvanên Behdînanê bandorek navxweyî û cîhanî ya mezin li pê xwe hişt, bawerî û serweriya yasaya hikûmeta herêma Kurdistanê bi girantirîn şêwe di astek bilind de xiste jêr bêbawerî û pirsan.

Bi taybetî dîmenê vîdeoya amator û yekcar dûr ji çanda akademîsyena yasayî û exlaqî, hemû destkarî, derew û berevajîkirin bû. Bi taybetî, bi sextekarî ku ez wek karakterek diyarkirî ser bi PKK’ê bi hevşaniya wan çalakvanan dame berçavê raya giştî, ez bi tundî wan nimûneyên di belgedîmenê bi destê encûmena asayîşa hatin parvekirin bi derew û berevajîkirin li qelem didim. Bi taybetî dîmenê peyama li ser navê min di gel endamekê grûp çata me bi gefa kuştina Kak Şêrwan di zindanê de ku giwaye (divê were bêdengkirin) ez weke sextekariyek bêexlaqî radigihînim û bi tundî şermezar dikim. Wek tawanek mirovî di emanetdariyên yasayî de li qelem didim. Helbet vê çendê wek guman û metirsiyek li ser giyanê Kak Şêrwan dizanim ku ev peyam weke nimûne bi kar anîn ji bo ji navbirin û tesfiyekirina Kak Şêrwan û piştre bikaranîna me li hember tawana terora kirina wî.

Lewre her çiqasî jî dema wê derbas jî bûbe, lê pir girîng dizanim ku li ser hindek nimûne û xalên girîng li ser vê qaşo belgemikurhatinên çalakvan û rojnamevanên Behdînanê bi hûrgilî rawestim.

Beriya her tiştî pêwîst e di çend xalan de dîmenê rastîn ê hedefbûna me çalakvanên ku pêşwext biryara girtina me derketî û cezakirinên Behdînanê bi zelalî were pênasandin ku pir girîng e û girêdaneke xwe ya yekcar bi hêz bi cezadan û vê belgevîdeoya sexte ve heye.

Çima cezayê yasayî li ser van çalakvan?!

1- Her yek ji van çalakvanan û ez jî digel wan û çendîn çalakvanên din ên girtî, zêdetirî 10 sal in, li meydanên rexnegirtina li ser hemû curê tawan û gendeliyan bi çalakiyên medenî û rojnamevanî li meydanan bûye, li gor rêsa û danezana cîhanî ya mafê mirovan girêdayî mafê van çalakvanan di xalên yasayên hejmara 18 heya 21’ê de mafên bingehîn û seretayî yên her kesekê ne û desthilata hikûmeta herêmê yek ji desthilatên erkdar e li gorî vê carnamê pabend be. Li gorî vê mafdariyê em wek çalakvan û rojnamevan û rexnegir dayîm bi cesaret destê me di aşkerakirina tawanên veşartî yên jêr çavdêriya desthilatê ji bo ber çavê raya giştî hebûye. Her yek ji me bi caran hatine girtin, êşandin, nan birîn, derbajêrkirin, welatbiderkirin û heta ketina me ya bin gefa kuştinên kiryar nediyar ku piraniya me bi pîstirîn şêwe hatine îşkencekirin û li jêr îşkenceyê rojnamevanê ciwan Wedat Husên û bi sedan kesayet û rewşenbîrên din li Behdînanê hatin terorkirin. Ev kiryar hemû bi belge û data li ber dest in.

Her ev tişt rasterast bûye sedema dijminkariya desthilatê li hember me çalakvanên Behdînanê, hem jî bûye sedem ku timî li jêr çavdêriyan bûn û bi reşkarî û belgesaziyên li ser me timî me weke tawanbar, sîxur, xayîn û têkder bixin ber çavê raya giştî.

2- Ez wek Kazim Şukrî nasiyar bi Takor Zerdeştî li ser navê wan hevalên xwe yên cezakirî û bi dehan girtiyên dîtir ji hejmara koma sedan girtiyên di zindanên desthilata herêmê de ku bi giştî bê tawan û li ser mafxwazî û hewla parastina kerameta takê kurd hatin girtin. Peywendiyên me yên heyî hemû di çarçoveya alogorkirina hizir û bîrên civakî, neteweyî, rojnamevanî, xebat û çalakiyên medenî de bûne, pêxemet xizmeta hişyariya raya giştî û erkdariya wijdanî ew jî bi rêka medya û medyaya sosyal bû. Lewre pitirîna me ji aliyê desthilatê ve weke potansiyeleke metirsîdar hatine dîtin, li ser hişyariya zêdetira civakê bi aşkerakirina tawan û belge tawanên nixamtî û terorên kiryar nediyar ên vê desthilatê ne. Dijberiya desthilatê li ser vê şêwazê rastguyiya me aktîvîstên Behdînanê ku li ser bingeha lêgerîna bîr û baweran wek şêwazê Engîzasiyona çerxa navîn zêdetirî 10 sal in berdewam li hember me dirêje pêdaye. Belge jî li ser vê bi caran girtin û îşkence û nan birîn û şarbider kirin û welatbederkirina me endamên aktîvîst û çalak e.

3- Li gorî belge û pêvajoyên van çend salên derbasbûyî, em wek çalakvanên Behdînanê li ser kiryarên neteweyî û berpirsiyariyên exlaqî û civakdostiya xwe sererayî çendîn car girtin û îşkence û zindan bûnan dîsan me berdewamî daye xebata xwe ya wijdanî û bi rêka medya civakî, nivîskarî û çalakiyên medenî û meydanî. Lewre di çavê civakê de berebere wek çirayeke ronaka pêşerojê ji bo nifşê nû yê pêgihîştî û gencê hişyar û mandî buyî ji bizav û hizbên bê belên hatine dîtin û sererayî hemû hêza ragihandinî ya desthilatê ji bo reşkirin û kirêtkirina me çalakvanan di çavê raya giştî de, lê dîsan me karî bi caran hişê civakê û cadeyên nerazîbûnan li hember sîtem û bêdadî û gendeliyan bi rengekî berbiçav bidin livandin. Her ji ber vê tirsê desthilat rêçareya xwe ji bo vemirandina vê çiraya geş û krîza heyî beramber me çalakvanên Behdînanê bi girtinên neçaverêkirî û dest bi ser laptop û navmaliya çalakvanan de digire û bi şêwazê larêdabirina dosya rasteqîne û bikaranîna yasayê bi şêwazeke gendelî û nerewa dadgeha herêmê ji bo armancên xwe yên dijberiyane li hember me çalakvan û rojnamevanan bi kar aniye.

4- Ji sedema aşkerabûna fezîheya neserweriya yasayê bi şêweyeke zor aşkera û nerazîbûna berfireya civata navdewletî û navxweyî heta bizar hatina serokê herêmê bixwe li hember vê gendeliya yasayî û bi kar girtina mîsyona dadweriyê, ev biryar rastî givaştineke çaverê nekiriya navdewletî û navxweyî hat. Layenê biryarder xwe neçar bibîne dest bi belavkirina vîdeoyekê bike jêr navê ‘Mikurhatinên tawanbarên Behdînanê’ ji bo ku rêyekê bibin şaşî û gotinên serokê hikûmetê ku beriya biryara dadgehê ev girtiye bi tawanên teror û sîxuriya dewletên cîran tawanbar kiribûn. Hem ji bo ku bikaribin bikin bersivek beramber raya giştî û navdewletî. Lê ji ber nebûna belgeyên pêwîst li ser van tometên heyî sereray destbiserde girtina her amîrekê elektironî û peywendiya girtiyan û gefên namûsî li jêr givaştinên ji bo bi belgekirina dîmen û axivînên girtiyan li jêr lêkolînê, xwe neçar dibînin bi şêweyeke nerewa û amator û sextekarane destkariyê di deng û dîmenan de bikin û penayê bibin dirustkirina peyamên sexte û herçî hêza xwe bi kar bînin heta neçar bibin sîxurên xwe yên veşartî jî bixin metirsiya aşkerabûnê ji bo ku bibe bersiv li ser şaşiya berê û sepandina cezayê bi ser wan de. Lê xoşbextane ne tenê nekarî bibe bersiv belkî riswayiyên mezintir jî dane pê xwe.

5- Em ev çalakvanên Behdînanê bi salan e bi argomênt û kesayet û şêwaza bizavên xwe di qonaxa jiyanî de me senga xwe ya exlaqê neteweyî û mirovahî li ber çavê raya giştî û qada herî zorîneya hişyara civakê daye selimandin û ji bo raya giştî aşkera bûye ku em nimûneyên herî berçavên pirensîbê giyanê berpirsiyariya civaka Kurdistanê ne. Lewre di çavê raya giştî de ev belgedîmen bi tawaneke mezin hat dîtin û karvedanek mezin da pê xwe û her li ser vê binemayê jî em wek çalakvanên Behdînanê çi ji derve bin yan zincîrkirî bin, li ser vî giyanê pîrozê têkoşîna netewatiya xwe bi her rengê xebateke medenî li hember gendelî û tawanên li hember sermaye û nirxên gelê me dê berdewam bin.

Binemayên armanca cezadan û belavkirina vîdeoya jêr navê (mikurhatin)

Wek tê zanîn bi giştî tometên arastekirî bo çalakvanan di hola dadgeha Hewlêrê de pêk hatî li dor wan gotinan bûn, yên di grûpçatê de hatîn kirin. Piştî destavêtina nav ekawint û grûpçatên me çalakvanan ji aliyê hêzên emnî û tîmên hakker û destreşên desthilatê bi rengekî pir bêbextane û têkderane li yekem qonax de ketine sivikatîpêkirin û reşkirina me çalakvanan. Li qonaxa dûyem de ew dengên şexsî yên di navbera çalakvanan de hatin kirin bi kar anîn ji bo dirustkirina nakokiyan û jinavbirina wê baweriya ku bi salan di navbera ciwanan de heyî, weke pêşeya dêrîna xwe bi rêkarên cudayên Makyavêlî dîsa dewam kir. Helbet pêwîst dizanim aşkera bikim ev deskeftî desthilatê bi dest xwe ve anî û karî derawa xwe ya reşkariyan û girtina çalakvanan di vî warî de bibîne, sedema sereke hin kesên sade ezmûn û mezin bînên di nav me bixwe de bûn ku xwedîtina di çavê gelê azarkêşayî yê hejar û mezlûm derfetek da xwebînî û takrewiyê ku em tûşî şaşiyên bêqerebû werin kirin. Bi xewna şoreşeke cemawerî bi layk û komintan ji pratîkê bo medya sosyal dikevine rewşa şaşiya serkêşên serxoşên demkî û bûne sedema ziyanên mezin di pir waran de ku vekirina vê mijarê babetek dûr û dirêj e ku şîroveya wê pêwîstiya xwe bi dema guncaw heye. Lê bi vê vîdeoyê ku bi giştî tesfiyehisabek bo di gel aktîvîst û rojnamevanên biwêr ku nekarîn weke bi sedan Reuf, Nezîr, Rênas, Soran, Serdeşt û Wedatan bi terorê wan tesfiye bikin. Lewre bi bizaveke sertaserî bi hemû hêza xwe ve ketin hewla şikandina van dengên nerazî ku merem jê ev xalên li jêr bûye:

1- Ev belgedîmen li yekem qonax derbirîneke ji bo berçavê alîgirên xwe bi xwe ku wek ezmûn nasiya li ser civaka bi salan li gorî filîm û diramayên dûblajkirî yên tirkî û hindî rahênan dîtinî, bi hêza ragihandinî ya ku weke ehromek xort bi giştî li jêr îrade û kontrola desthilatê de ye weke her carê vê cîvaka nîv di xew de birî ya civakê ku ji beşeke zêde ya gelê Behdînanê pêk tê, wan qayil bikin li ser rewabûna vê pêşêlkirina yasayê û rewakirina vê tawana beramber van çalakvanan di fîltera yasayê de.

2- Ev belgedîmen hewlek bûye ji bo vemirandina vê ronakiya hizirîna azad û dengê hişyariya civakê li ser tawan û bêdadiyên desthilatê ku bi hîmeta van dengên biwêr gihîştibû asta herî jor û hewl dan van karakterên pêşengên vê ronakgiriyê reş bikin.

3- Bi vê belgevîdeoyê dixwazin peyamekê bidin qada hişyara civaka girêdayî nirxên neteweyî ku aliyê şoreşgerên PKK’ê û xebata wan a neteweyî beramber dagirkeriya tirkan û bizava wan a civakî weke nerewa bidin nîşandan û bi her rengê nêzîkatiya li gel wan weke tawan bidin diyarkirin û bi sînordarkirina hestiyarî û hevdiliya civakê beramber berxwedana gerîla milê hişyariya neteweyî û hevdiliya wê beramber berxwedanên li hember dagirkeriya dewleta tirk lewaz bikin.

4- Bi vê belgevîdeoyê hewl didin hêzên dagirkerên tirk weke emniyeta niştimanî deynin ber çavê civakê, tomarkirina vîdeo û komkirina zanyariyan li ser hêz, amûr, barega û dagirkariyên dewleta tirk weke di belgefilma mikurhatinan de hatî diyarkirin. Her rengê nûçegihanî û dijayetîkirina li hember dagirkariya dewleta tirk li Başûr bixin çarçoveya sîxurî û xiyanetê, hoşdariyê didin tex û çînên civakê ku li hember vê kiryarê dê sizayeke bi vî rengî giran çaverêy we bike.

5- Ev belgevîdeo peyameke beramber dewleta tirk ji bo selimandina xweşxizmetî û wefadariya xwe li hember wan beramber wê çalakiya mêjuyî ya serhildana Şêladizê û şewitandina baregeha leşkerî ya Tirkiyeya dagirker ku ev ciwanên pêşengên veguhastina dîmenên bûyerê bû li ber çavê raya giştî bûn heta niha jî ji aliyê wê dewletê ve wek deynekê li ser pişta desthilata PDK’ê giraniya wê bi cî mabû.

6- Bi vê belgevîdeoyê dest bi dîmagojî kirinan bi hindek wêneyên bixwe belavkiriyên Şêrwan Şêrwanî wek arşîva pêşîneya rojnamevanî digel serkirdên mezin ên PKK’ê ku di çavê raya giştî ya Kurdistanî de wek xebatkarên bilîmetên dehan salan dihêne dîtin, yan danîna dîmenê çek bi destê çalakvanan û girêdana wan bi şoreşa PKK’ê ve û wan weke arastekiriyê ji aliyê Qendîlê bidin nîşandan, ku ev jî hewlek bû bi armanca rewatîdan, hêz û wecgirtina zêdetir ji bo darizandina yasayî ya van çalakvanan ji aliyekê ve û reşkirina wan li kêleka tevgera şoreşgerî ya PKK’ê ji aliyekê din li ber çavê civata navdewletî. Her wek çawa piştî belavbûna belgeyên heyî weke têrê nekiribe û tenê bi tometbarkirina PKK’ê qayil nebûyîn û xwe neçar dîtin milekê din bi kar bînin û li ber çavê Amerîkayê wan çalakvanan bi sîxuriya ji bo dewleta Îranê tometbar bikin ku ev tometa nerewa jî dikeve çarçoveya bê gendeliya yasayî û bê keyasetî û heta xiyaneta neteweyî de.

Gotina dawî;

Ez ku wek kadirê PKK’ê hatim qelemdan ku giwaye van ciwanan gelek karên veguhastina zanyariyan ji bo min kirine û her ji despêka vê vîdeoyê heta dawiyê bikaranîna navê min weke arastekar û kesê palder, hewl dane di vê çarçovê de perobalek berfire bidin babeta peywendiyên me digel Qendîlê ji bo ku rewatiyê bidin vê çewaşekariya neyasayî di çavê raya giştî de. Sererayî beşdariya min di her rengê navendên çalakiyên medenî li ser bergiriya nirxên gelêrî lê ez çi demekê endamê PKK’ê nebûme. Ji sala 2000’î heta berî 3 mehan di postê leşkerî de li herêmê min kar dikir, helbet ev diçe meha sêyem ku bi yekkcarî ji erka leşkirî ser bi wezareta Iraqê ve ji kar hatim dûrxistin. Helbet bi sponseriya desthilata Hewlêrê. Bêguman ez jî weke sedan hezar hemwelatiyên başûrê Kurdistanê PKK’ê hereketek şoreşgerî, hizirî û neteweyî dibînim ku ji bo tevahiya gelê kurd têkoşîneke neteweyî dimeşînin û hurmeta wê erkeke wijdanî û neteweyî dizanim.

Li dawiyê divê bêjim ku di nav keysa van çalakvanan de diyarkirina min weke kesê kilîdî ji vê sedemê ye ku tu deman bi rexmî bi salan di nav zikê wan de min jiyaye, her tim weke borkaneka serhildêr û neçemiyayî li hember gendelî û bêdadî û tawanên wan rawestiyam. Lewre bi berdestbûna gelek belge û zanyariyên li ser kesayeta min destgîrkirina min giraniyeke yekcar dibînin, ji bo li ser keysa van çalakvanên bêtawan ku weke serkeftinek dizanin di dadgeha temîz de ji bo îdiayên xwe yên çewaşekariyê. Lewre bi vê hedefgirtinê ew dixwazin bi sîstematîk bi her rengê boyî bi baştirîn şêwaz me wek dengên nerazî bidin bêdengkirin. Lê ez li vê derê bi aşkera diyar dikim ku li hember zilm, bêdadî, gendelî û tawanên vê desthilata xwesepîn hevdeng digel dengê gelê mezlûmê Kurdistanê heta dawiya henaseya xwe ez ê ji caran bihêztir û karatir bi îradeke mukum li ser pê bim û têbikoşim.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar